Derheqa mijarê de asayîşa bajarê Duhokê daxwiyaniyek da û got: ‘’Erkê dam û dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ye ku asayîşa bajar û bajarokên herêmê biparêzin, herwiha hîç valahiyekê nehêlin ku bo ser asayîş û serweriya herêmê cihê metirsiyê be.’‘
Di daxwiyaniya asayîşê de wiha tê gotin: ‘’Çend roj dibe PYD’ê hewara xwe gehandiye kiryareke metirsîdar û hewl dide bi zextê xelkê sivîl ên wî alî li ser sînor kom bike. Ew bi canê hevwelatiyên sivîl dileyizin û dixwazin provakasyon û fitneyê derxînin. Em bi tundî PYD’ê hişyar dikin û radighînin ku dê ew berpirsyar bin li beramber her encamekê.’‘