Fermandarê Giştî yê Yekîneyê Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo bersiv da pirsên ANF’ê û got: Tiştê ku mêtîngeran nekarî bikira, PDK îro bi kolandina xendekan hewl dide bike” û destnîşan kir ku piştî êrîşa DAIŞ’ê ew li benda rewşeke bi vî rengî bûn û ji vê re jî amade bûn. Hemo, di serî de YNK û Tevgera Goran bang li hemû hêzên ji Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van hewldanên PDK’ê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava.
Sîpan Hemo bi zimanekî tund êrîşî PDK û kolandina xendekê kir û got:
Heta niha êrîşên wan bê encam man û niha jî dest bi êrîşên hovanetir kirin. Armanca kesên ku van xendekaran dikolin û her wiha kesên li pişt van eve ke; Xendekan bikolin û herêmê bikin bin ambargoyê, birçîbûn, xizaniyê bidin jiyîn û di rewşa êrîşên nû de gel ji axa wan bidin koçberkirin, pergala xweseriya demokratîk bê nirx bihêlin û qezencên kurdan tune bikin. Pergala ku me li Rojava pêk aniye di esasê de wek xençereke ku li dilê zîhniyeta dewletbûnê ketiye. Ew vê hesabê pir baş dikin. ger ku bi zîhniyeta PDK’ê li Rojava pergalek bê avakirin dê îtîrazê vê nekin. Ji ber vê ev hêz, dixwazin li dijî pergala xweseriya demokratîk bêbaweriyekê biafirînin û herêmê bi ambargoyê bixeniqînin. Ji bo wan bila ne pergala xweseriya demokratîk be, çi dibe bila bibe.
BI CAN DAYÎNÊ PARASTIN TÊR NAKE…
Niha em di nokteya herî girîng ya pêvajoya şoreşê de ne. Bi şerkirinê û candayînê parastaina herêmê têr nake êdî. Li welatên ku we rizgar kiriye, di pêşerojê de hebûna we an jî nebûna we girêdayê pêkanîna pergala we ye. Gel dê li çaeseriya pirsirêkên qada aborî, tenduristî û perwerdehiyê binêre. Bi kurtasî dê binêrin ku hun bi pergaleke çawa civakek bi huzur diafirînin. Niha ji bo pergala xweseriya demokratîk ya ku hatiye avakirin dem pêwiste. Belê niha tam di vê demê de ev hêz dixwazin bi ambargoyê pergala me vala derbixin. Armanca kolandina xendekên ku Tirkiye PDK’ê dikole jî eve. Difikirin ku gelê Rojhilat di bin êrîşên çeteyên ji Başûr tên û dora wan bi xendekan hatine kolan dê çiqas berxwe bidin. Ew hesab dikin kugel piştî demekê dê koç bikin û Rojava vala dikin û li dijî pergala xweseriya demokratîk serî hildidin. Lê wekê ku heta niha ew vala derketine dê niha jî vala derkevin û bi ser nekevin. Bi taybet jî PDK bi kolandina van xendekan rastiya xwe nîşanê gelê kurd û rayagiştî ya cîhanê daye. Tu kesî texmîn nedikir ku PDK’ê li dijî şoreşa Rojava bikeve asta hevkariyê. Kesên ku ji xwe re dibêjin ew netewperstin û li ser nirxên kurdan siyasetê dimeşînin di vê pêvajoya şoreşê de ruyên xwe yên rast derxistine holê. Piştî gotinên wan yên wekê ‘li Rojava şoreş filan tune’ niha jî bi kolandina xendekan Kurdistana ku ji xwe parçe paçe bûye, niha dixwazin zêdetir parçe bikin. Tirkiye û Sûriyeyê berê çawa ku têl dikişandin û mayîn radixistin, niha jî PDK’ê ya herî xerab dike û xendekên 3 metreyî dikolin. Tişta ku mêtîngeran nedikir niha PDK dike. beriya xendekê jî deriyê Sêmalkê girtibû. Hinek jî derketibûn û gotibûn; Me ji te re got biçe bibe lîderê Kurdistanê, tu çûy te derbasbûna şîrê wan zarokan qedexe kir.” berxwedana gelê kurd ya li dijî van xendekan li holê.
NE PLANA HIKÛMETÊ YA PDK’Ê YE
Ev karê xendekê ne fikara hikûmeta Başûrê Kurdistanê, plana PDK’ê ye lê bêdengiya hikûmetê ya li dijî PDK’ê jî ne rewşeke ku bê qebûlkirinê ye. Madem ku ne fikra te ye wê demê divê tu li dijî vê bêdeng nemînî an jî hunê jî wek hevkarê vê bên bibîranîn. Dema ku PDK xendekan dikole, alên hikûmeta Başûr ji ser dozeran radike û raste rast ala PDK’ê diçikîne. Bi vê helwesta xwe bi aşkera îfade kir ku ew li dijî Rojava şer dike. ligel vê hikûmet bêdeng dimîne. Bê deng nemînin. Em bêdengiya we normal nabînin.
Hemo got ew li dijî xendekê amade ne: Em li dijî vê amade ne. Bila dijminên me yên li pişt PDK’ê baş bizanin ku ne kolandina xendekan, çi dikin bila bikin dê bi ser nekevin.! Gelê Rojava êdî tehma azadiyê girtine. Bi sedsalane xeyala ku dihat kirin îro li Rojava tê jiyîn. Gelê Rojava dê ji van pêngavan xwe şûnde negirin. Ji ber vê sekna gel dê hemû planên dijminan vala derkevin û bên mahkumkirin. Gelo çare çiye? Her kes dê li pêşberî hebûn, pergal, rêbazên kurdan bi rêzdarî tevbigre. Dema ev hebe, li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dê pirsgirêk bê çaresrkirin. Komploger û mêtînger çi planî dikin bila bikin di encamê de tiştên ku ev gel dibêje dê pêk bê û ji vê cudatir rê tune.
anf