Serrûpel Nûçe Gelo PYD generalên Kurd teslîmî rêjîmê kirine?

Gelo PYD generalên Kurd teslîmî rêjîmê kirine?

Belav bike


Ew serbazên Kurd di herêmên ku dikevin bin kontrola PYD’ê de hatibûn revandin, loma birayê yekî ji wan serbazan dibêjê: ‘’Destê PYD’ê di kiryara revandina wan serbazan de heye.’‘ Navê wan heşt serbazên Kurd ku fermandeyên Encûmena Serbazî ya Kurdî ser bi Artêşa Azad bûn wiha ye:

1- Mihemed Xelîl El-Elî

2- Mihmed Heysem Ibrahîm

3- Hesen Oso

4- Mihemed Gulê El-Elî

5- Şewqî Osman

6- Behzad Naso

7- Hûsên Bekir

8- Ednan Berazî

Ji xeynî rêzanê wan, Raxib Ebo Hedar ji bajarê Qamişlo, şofêrê wan ji bajarê Efrînê, evna bi hevre roja (16.4.2013) li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê hatin girtin an revandin û peywendiya bi wan re hate birîn, ku navçeya lê hatin girtin di bin kontrola Yekîneyên Paristina Gel (YPG) de ye. Li gor axaftinên şahidan, ew berê di girtîgehên PYD’ê de dihatin ragirtin lê niha ne diyar e ka li ku ne.

Derbarê vê mijarê de Ehmed Bekirê birayê Hûsên Bekir ji BasNewsê re da zanîn ku birayê wî dixwest serdana Herêma Kurdistanê bike û got: ‘‘Li gorî belgeyan û axaftinên şahidan Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) berpirse di girtina birayê min û serbazên din ên Kurd de.’‘

Bekir eşkere kir ku ji xeynî PYD’ê destê aliyên din jî di revandina wan de heye û wiha axifî: ‘’Ji wan çend serkirdeyên encûmena serbazî ya Kurdî li Helebê, ji ber tenê wan dizanîbû ku ew serbaz serdana Herêma Kurdistanê dikin. Herwiha Partiya Demokrat Kurdî-Sûriye (El-Partî) jî tohmetbar e, ji ber wê partiyê ew serbazên Kurd vexwendibûn lê niha vê yekê red dike.’‘

Derbarê vexwendina wa serbazan de bo Herêma Kurdistanê Bekir got: ‘‘Em nizanin vexwendina wan bo Kurdistanê fermî bû yan na, lê Hesen Oso yek ji wan kesên revandî ji birayê min re gotiye ku vexwendineke fermî ji Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye. Birayê min nedizanî wê bi çi riyê derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji ber ew li derveyî encûmena serbazî bû.’‘

Bekir da zanîn ku ew neha dosyekê amade dikin ji belgenameyan û axiftinên şahidan û dê pêşkêşî Dadgeha Tawanên Nêvdewletî û rêxistinên mafên mirovan bikin. Di dawî de Bekir bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hemû partiyên Kurdî kir ku destê xwe bavêjin vê dosyayê ji bo azadkirina wan serbazan. (Basnews)