Serrûpel Nûçe Her du keçên ku ji bo CÎhadê çûbûne Sûriyê…

Her du keçên ku ji bo CÎhadê çûbûne Sûriyê…

Belav bike

Her du keçên ji Bosna Samra Kesinoviç (16) û Sabina Selimoviç  (15) wê di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bibin.

Bavê  Sabina Sabit Selimoviç û apê wê ji rojnameya “Die Krone” re ku li Nemsa derdikeve got, sûretên ku di internet û Facebookê de hatine belav kirin, ku kincên Cîhadiyan li wan keçan in, ew bawer nakin ku ew sûretên wan bin.
Malbata Sabina dibêje ew bawer dikin ku keçên wan hîn li Istanbolê bin û ji rayedarên Tirk xwestin ku li keçên wan bigerin.

Interpolê jî ji aliyê xwe ve wêneyên her du keçan belav kirin û li wan digere.