DI 1898’AN DE DERKET
Tê zanîn ku yekem rojnameya kurdan, rojnameya Kurdistan di 22 Nîsana sala 1898`an de li Qahîreyê derket û xwedîyê wê Miqdad Midhet Bedirxan bû. 5 jimareyên pêşîn li Qahîreyê derketin, hejmarên ji 6’an heta 19’an li Cenovayê derketin, hejmarên ji 20’î heta 23’yan jî dîsa li Qahîreyê, ya 24’an li Londonê, yên 25 û 29 li Folkstonê, li başûrê Londonê, yên 30 û 31’an jî li Cenovayê bi destê Ebdilrehman Begê, birayê Miqdad Beg derketin.Hejmarên rojnameya Kurdistanê, ji bilî hejmarên 10, 12, 17, 18 û 19`an, li pirtûkxaneya Marorka Almanyayê tên parastin. Rojnameya Kurdistanê ji 22’yê Nîsana 1898`an de heta 14’ê Nîsana 1902’yan weşana xwe bi peryodên navberdayî domand û bi giştî 31 hejmar derketin.
Ji bo nushayên wê yên orjînal bên peyda kirin gelek lêgerîn û lêkolîn jî hatin kirin û van lêkolînan gihiştin encameke baş jî. Rojnameya Kurdistan ji ber ku bi peryodeke biîstîqrar û li heman cihî derneketiye hejmarên wê jî li çar aliyên dinyayê belav bûne. Kurdistan li Qahîre, Cenova, London, Stenbol û çend bajarên din derketiye. Kurd ji bo ku hejmarên Kurdistanê arşîv bikin ketine nav hewldanan. Di destpêkê de di dawiya sedsala borî de Dr. Kemal Fuad dest bi lêgerîn û lêkolînan dike.
Dr. Kemal Fuad, di dawiyê sedsala borî de, lêkolîna xwe derbarê jimareyên Rojnameya Kurdistanê yên windayî de dest pê kir, hejmarên 10, 12, 17 û 18’an dît, wêneyên wan girt û sala 1972`an li Bexdadê çap kir. Dr. Kemal hejmara 18`an li Enqereyê dît, hejmara 17`an jî Mehmûd Zamdar dît, hejmarên 10 û 12`an Prof. Celîlê Celîl di Arşîva Awistiryayê (Nemsayê) de dît û heta niha jî hejmaraa 19`an nehatiye dîtin. / Azadiya Welat