Serrûpel Nûçe Serokwezîr: Îraq xelkê ceza dike

Serokwezîr: Îraq xelkê ceza dike

Belav bike

 

Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, îro danê êvarê di mîtînga hilbijartinê ya partiya xwe de li bajarê Hewlêrê axaftinek kir û got, welat bêazadî û serxwebûnê geşe nake û emê li ser hewlên xwe bo bidestxistina mafên rewa yên gelê berdewam bin.

 
Nêçîrvan Barzanî, her wiha got, PDK ji destpêkê ve heta niha hilgirê peyama aştî û pêkvejiyanê bûye û westandina pêşmerge jî ji bîra me naçe.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di beşek din a axaftina xwe behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got, serokatiya siyasî ya kurd bi pilan in û divê em nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bihêz bikin.

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku gefên Bexdayê jiyana welatiyan daye sekinandin û got, me hêvî nedikir li Iraqê demokrasî bibe darê destê aliyekî siyasî û bi navê demokrasiyê welatiyan ceza bikin.

 

Li ser qutkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî got, em serê xwe li hember ti kesî naçemînin û dê bi serbilindî kêşeya mûçe çareser bikin. Rûdaw


Temaşekirina Vîdyo