Şand Îranê dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive. Çareseriya pirsgirêkên ser sinor û hevkariya petrolê du babetên girîng ên civîna şanda Îranê û berpirsên Herêma Kurdistanê ye.
Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re got: ‘‘Sê mehe hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda hatina wê şanda Îranî ye û tu şandeke aborî ya Herêma Kurdistanê serdana Îranê nekirine û tu şandeke Îranê jî nehatine Herêma Kurdistanê.’‘
Rustem Qasimî yek ji fermandarên bilind yê artêşa Pasdarên Îranê ye û çend postên wek cêgirê serokkomar, wezîrê berevaniyê û wezîrê petrola wergirtibûn. Navbirî yek ji kêm endamên şerê heşt salî yê navbera Îraq û Îranê ye, piştî şer çûye Qerargeha Xatemûlenbiya û piştre bûye rêveberê qerargehê.
Varn Palisi ya Amerîkî ragehandiye ku Rustem Qasimî yek ji 500 kesayetiyên bi hêz ên Îranê ye ku nave wî di lîsteya kesên bi hêz û desthilatdarên cîhanê de heye.