Yusuf Serhat Bucak û Şerafettîn Kayayê ku di nav 31 kesên ku di sazkirina “Parlementoya Kurd a Mişext” û “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê” de cih girtibûn, bi “pêbaweriya ku dê nekevin hebsê” hatin Tirkiyeyê û di Dadgeha Cezayê Giran ya 8emîn ya Enqereyê de îfade dan.
Yusuf Serhat Bucak û Şerafettîn Kayayê endamên Partiya Demokrasiyê (DEP) ya ku hatibû girtin, bi parêzerên xwe re di Dadgeha Cezayê Giran ya 8emîn ya Enqereyê de îfade dan hakim.
Bucak sûcên ku diavêjin stûyê wî qebûl nekir û wiha axivî: “Parlementoya Kurd a Mişext di 1995an de li Laheyê ava bû û ez endamê wê bûm. Ez wek kurdekî serbixwe bûm endamê parlementoyê. Min di 14ê gulana 1999an de îstifa kir. Min di tu saziya wê de wezîfe nekir. Çalakiyeke min a dizîka ve çênebû.”
Bucak li ser pirsa Serokê Dadgehê Bahattîn Ozbaş ya “Ev rêxistin bi sûcê parçekirina Komara Tirkiyeyê ve tê sûcdarkirin. Çalakiyeke rêxistine ya bi vî awayî hebû” got ku “Ne armanca min, armanceke tu kesî ya bi vî awayî tunebû”
Kaya jî got ku ew endamê “Parlementoya Kurd a Mişext” bûye û heya parlemento belav bûye ew di nav parlementoyê de bûye û çalakiyeke wî ya derqanûnî çênebûye.
Bucak û Kaya piştî îfadedayînê ji adliyeyê veqetiyan.
Yusuf Serhat Bucak di adliyeyê de daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew ji ber hatina xwe ya Tirkiyeyê ez dilşad im, lê ez dilşikestî me jî û wiha dewam kir: “Ez piştî 22 salan vegeriyam welatê xwe. Bêguman ez pir kêfxweş im. Lêbelê gelek heval û hogirên min û diya min jî mir. Ji ber vê yekê ez zêde dilşad nînim. Lê ez bextewar im. Li Tirkiyeyê tiştên baş dê çêbibin, li Tirkiyeyê aştiyê çêbibe. Çara wê tuneye.”
Bucak got ku ji bo pêvajoya çareseriyê ew ê hewlê bide û li ser pirsa “Hûn pêvajoya çareseriyê çawa dibînin” wiha got: “Îhtimal heye ku di pêvajoyê de tiştên baş jî çêbibin, tiştên xirab jî derkevin. Pêngav nayên avêtin. Erê rast e, înkarkirina gelê kurd, înkarkirina nasnameya gelê kurd ji holê rabû, lê ji aliyê din ve jî kolonyalîstiyeke çandê heye. Divê ev bên çareserkirin, lê ez hêvîdar im.”
Şerafettîn Kaya jî got: “Min pir beriya welatê xwe kir. Ez hatim welatê xwe, ez ê gelê xwe bibînim. Ez ê biçim Diyarbekirê, Mûşê, Tetwanê.”
Di vê navberê de Parlementera Şirnexê ya HDPê Selma Irmakê ragihand ku Bucak û Kaya dê sibê li Meclisê beşdarî komcivîna partiya wan bibin. (AA)