Serrûpel Nûçe PYD li ser sînor qaçaxcîtiyê dike

PYD li ser sînor qaçaxcîtiyê dike

Belav bike

Welatiyekî ji Qamişlo, bi navê Azad B. got, ew bi riya qaçaxciyan derbasî başûr bû ye, ew qaçaxcî bi alîkariya asayîşa PYD kar dikin û PYD rê ji wan re vedike û asankariyan çêdike ji bo ku şebekeyên qaçaxciyan kar bikin.

Li gora wî kesî, PYD serê her kesekî ku bi qaçaxî sînor derbas dike, 350 dolarên Emerîkî ji wan distîne.

Kesên ku bi qaçaxî derbasî başûrê Kurdistanê bûne, yan jî kesên ku bi qaçaxî ji rojava derbasî bakurê Kurdistanê bûne, PYD di navbera 250-350 dolar ji serê her kesekî standiye.

Ew kes dibêjin, ku sînorê qaçax te di destê PYD de ye û ew û şerbekeyên qaçaxciyan bi hev re kar dikin.