Serrûpel Nûçe Kete dorê û bi xelkê re deng da

Kete dorê û bi xelkê re deng da

Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dema ku dengê xwe da, civîneke çapemeniyê li dar xist û got ew hêvî dike ku proseya dengdanê bi aramî birêve biçe û tu pirsgirêk dernekvin.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku proseya hilbijartinan bi awayekî hêmin û aram birêve biçe.

Îro, 30.04.2014, proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê destpêkir.

Nêçîrvan Barzanî beşdarî proseya dengdanê bû û dengê xwe li dibistaneke taxa Kuran li bajarê Hewlêrê da û  ragihand “Min xwest ku ligel xelkê deng bidim”. herwiha daxwaza ji hevniştimaniyan kir ku mafê xwe yê demokrasî bikar bînin.

Herwiha derbarê dîmena vîdyoyî ya Celal Talebanî, Nêçîrvan Barzanî got ku ew kêfxweşe ku Talebanî dît û hêviya tendirûstiyek baş bow wî xwest.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/30042014#sthash.dMSYwfqS.dpuf