Serrûpel Nûçe Sextekarekî Pasport û Vîza hate girtin

Sextekarekî Pasport û Vîza hate girtin

Belav bike

Di vê derbarê de Raîd Karwan Şêx Abdulkerîm, berdevkê polîsên parêzgeha Hewlêrê ragihand ku piştî 2 rojan ji çavdêriya wî sextekar, polîsan ew girtin û bi wî re çend pasport û vîzeyên sexte jî hatine girtin.

Sextekarê hatiye girtin, temenê wî 34 salin û navê wî (MMA) ye. Wî bi navê kompanyayeke turîzmê xwe bi xelkê dida nasandin û soz dida ku ew vîze û psportan derdixîne.

Şêx Abdulkerîm got ew ji her kesê ku wî sextekarî ew xapandine daxwaz dike ku serî li bingeha polîsan bidin.