Serrûpel Nûçe Îlham Ehmed naverokan civînan eşkere dike

Îlham Ehmed naverokan civînan eşkere dike

Belav bike

Îlham Ehmed diyar kir ku piştî xweserî û kantonan, ew niha ji bo projeya Sûriyeya demokratîk dest bi hevdîtinan dikin.

Ehmed da zanîn ku wan hevdîtina xwe ya yekemîn a di vî warî de bi ENKS’ê re kirine û destnîşan kir ku pêwistiya Sûriyeyê bi hêzeke nû ya mûxalefetê heye. Îlham Ehmed diyar kir ku wan projeyên xwe yên bi sîstema kantonan re xistine meriyetê, ji bo tevahiya Sûriyeyê berhev kirine.

Îlham Ehmed di hevpeyvînekê de li gel ANF bal kişand ser projeya nû a Sûriya demokratîk û got: “Em projeya xwe ya Sûriyeya Demokratîk li ser van lingan didin rûniştandin. Yek; sîstemeke ne navendî, Du; em Sîstema Kanton a Xweseriya Demokratîk a xwe ispêre peymana mafên hemû gel, ol, mezheb û derdoran ewle dike, weke sîstemeke guncaw pêşniyar dikin.”

Di beşek din a axaftina xwe Ehmed got: “Weke heyetek li ser navê hemû partî, sazî û dezgehên di nava rêveberiya xweser de cih digirin, me xwestin bi Encûmena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) re hevdîtinê bikin. Wan jî ev daxwaza me qebûl kirin. Me di vê hevdîtinê de projeya xwe ya li ser Sûriyeya Demokratîk bi wan re parve kirin.”

Ehmed got: “Di nava ENKS de nêrîneke hevpar nîne. Hînê dixwazin hin nêzîkatiyên li gorî şertên beriya du salan hatibûn destnîşankirin derxînin pêş. Lê di rewşa heyî de derfeteke wiha xuya nake.”

Her weha di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta ENKS ji projeya Sûriye demokratîk, Îlham Ehmed got: “Me ji wan re destnîşan kirin ku hem nêzîkatiyên tifaqa Hewlêrê hem jî ya Desteya Bilind a Kurd a beriya du salan hatin diyarkirin, di roja îro de nikarin bên dûbarekirin. Beşeke mezin a di nava ENKS’ê de projeya me pêşkêş kirin erênî dîtin û anîn ziman ku ewê nîqaşê li ser bikin. Lê belê hînê din derdor di nav wan de hene ku rojeva beriya du salan dûbare dikin.”

Xendan