Serrûpel Nûçe (PYD-TEV DEM) bersiva Nêçîrvan Barzanê dide

(PYD-TEV DEM) bersiva Nêçîrvan Barzanê dide

Belav bike

TEV DEM di daxuyaniya xwe de got, “PDK li dijî şoreşa Rojava hemleya sîstematîk a reşkirinê dide meşandin. Mafê ti kesî nîn e ku bêjin têkiliya şoreşê bi rejîmê re heye. Eger ku hinek wisa bêjin jî, divê yê herî dawî dibêje Nêçîrvan be. Qet nebe rêveberên şoreşa Rojava leşker û tankên dijminê gelê kurd nexwestin û êrîşî hêzên din ên kurdî nekirin…

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PDK hewl dide şoreşa rojava ji bo DAIŞ’ê û hemû rêxistinê din ên çete bibe hedef.

TEV DEM gotinên Nêçîrvan Barznaî weke bêbextiyekê bi nav dike û dibêje ku ew gotin ne li gorî daxwazên gelê kurd ê Başûrê Kurdistanê ye.

Li pêwendiya PYD û TEV DEM bi rêjîma Sûriyê re, di daxuyaniyê de hate gotin ku ew eşkere dikin ku ew wekî tevgerekê siyaseta reşkirinê nameşînin. Ew hewl didin bi aliyên din re li hev bikin.

Weke tê zanîn ku partiyên Kurd li rojavayê Kurdistanê PYD tewanbar dikin ku ew hevkariya rêjîma Sûriyê dike û nahêle aliyên din yên siyasî xebata xwe ya siyasî bikin.