Di demên beriya nuha de jî kampanyayên werengî ji aliyê raya giştî ve dihête zanîn. Spekulasyonên bi Deriyê Sêmalka ve dihêt kirin, di gel ku Derî vekirîye, bi rojan, heta bi mehan nûçeyên ku ev Derî li Kurdan hatiye girtin, yên bêbingeh hatin afirandin û çalakî li ser van nûçeyên bêbingeh hatin lidarxistin. Di demên îddîayên ku ev Derî hatiye girtin de zêdeyî (250.000) dusedûpêncî hezar însan ji Rojavayî Kurdistanê derbasî Başûr bûne.
(Em werîn) Pirsa Xendeqan. divê em bala xwe bidin nakokî û nexweşiyên di navbera Dewleta Federe ya Kurdistanê û desthilatdariya Navendî ya li Bexdayê de. Carinan ragirtin zêde dibe; ji ber helwesta êrîşkar ya Desthilatdariya Navendî, têkilî digihên asta şer û bihevçûnê. Hêzên Dîjle yên taybet ku bi Malikî ve girêdayî ne, hem li dorûbera Kerkûkê û hem jî li devera sînorê Sûriyeyê, ji bo operasyonên li hemberî Kurdan pêkbînin, hatine bicîhkirin. Lê belê di encama helwesta bi rik ya Dewleta Federe ya Kurdistan, dihêt zanîn ku mecbûrê vekişandinê bûn.
Li ser van rûdanan, Desthilatdariya Kurdistanê, li deverên nazik-stratejîk (li çanûrexên Kerkûkê, li deverên sînorê Iraq û Sûriyeyê bihevdikevin) dest bi kolana xendeqan kir. Herdu dever jî ji bo parastin û bergiriya Kurdistanê xwediyê taybetmendiyên stratejîk in. DAIŞ (an IŞID) û rêxistinên wekî wê, hem li Iraqê û hem jî li Sûriyeyê çalakiyan dikin. Bi taybetî deverên Erebên Sunnî yên li Iraqê, ji xwe re kirine û dikin baregahên perwerdeya leşkerî. Demeke berê li Hewlêrê û di nêzîk de li Xaneqînê êrîşên ku hatin ser xwepêşandanên YNKyê ku bû sedema kuştina bi dehan Kurdan, berhemên van perwerdayiyan e.
PKK/PYD pirsê ji qalikê xwe derdixe û bi manîpulasyonên ku xendeq di navbera Kurdan de dihêt kolan, ji xwe bi niyeta pak nayê şîrovekirin. Duhî ev Derî li Kurdan nehatibû girtin îro jî ev xendeq ne di navbera Kurdan de dihêt kolan. Bi tenê ji bo parastina hevwelatiyan û rê li ber terorê girtinê ye. Xendeqên rastî û grantir di mejiyan de dihêt hûnandin. Hin alî dixwazin dîsa Kurdan beraberhevdin. Panzdeh rojan beriya nuha (17) hivdeh endamên PDK-S, di dema sînor buhurandinê de, ji aliyê PYDê ve hatin desteserkirin, li Kobaniyê mala rêvebirekî PDK-S hate bombekirin, her weha li Efrînê endamên PDK-Sê dîsa ji aliyê PYDê ve bi cezayên 10-20 salan zîndankirî ne. Ya herî girîng; bidesxistinên Kurdan yên xebata dused salî, Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin êrîşan fizîkî û siyasî de ye buye armanca tîrêjên terora xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê.
Li hemberî berfirehbûnan gelê Kurdistanê divê bêdeng nemîne. Xeletî ji aliyê kê ve were kirin divê helwesta xwe ya demokratîk nîşan bide. Partî/hêz û rêxistinên sîvîl û demokratîk, saziyên parastina mafên mirovan ku di dema ‘Kongreya Neteweyî’ de dikirin qêrîn, di vê mijarê de jî çend pirsên wan hebîn divê bibêjin.
Di gel rêzdariyên me 02.05.2014
Platforma Kurdên Demokrat