Serrûpel Nûçe Nûnerê serokwezîrê Îsraîlê çû serdana Esed

Nûnerê serokwezîrê Îsraîlê çû serdana Esed

Belav bike


Peyamnêrê (Kanal 10), ya televîzyona Îsraîlê Tishiko Minishe, diyar kirku hevdîtin çêbûye û di hevdîtinê de rawêjkarê şexsî yê Benyamenîn Natanyaho Malkolm Honline, ku yek ji serokê Rêxistinên mezin yên Yahûdiyane li Emerîka di wê hevdîtinê de beşdar bû ye û peyama serokwezîrê Îsraîlê gihandiye Beşar Esed.
Li gora Televîzyona Îsraîlî Kanal 10, ew hevdîtin li ser daxwaza Esed çêbûye.
Ji aliyê xwe ve Honline beşdarî televîzyona Kanal 10 bû û got ew çûye Sûriyê û hevdîtin ligel Esed pêk aniye û wî ji Esed re behsa perestgehên Yahûdiyan li Sûriyê kiriye û ji hikûmeta Sûriyê daxwaz kiriye ku wan biparêzin.
Li gor peyamnêrê Kanal 10, Emerîka ji wê serdana nûnerê serokwezîrê Îsraîlê ji bo Şamê agahdar bû ye.

Weke tê zanîn Sûriyê ji Îsraîlê dixwaze ku ew bi temamî ji Girên Golanê derkeve ku di sala 1967 de dagîr kiribûn.