Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama çalakiyê de 35 çete hatine kuştin, yek bi saxî hatiye girtin û cenazeyê 4 çeteyan ketine destê YPG’ê.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di çalakiyê de gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin û ev cebilxane jî wiha hatin rêzkirin: “4 Kilaşînkof, 43 carcor, 2 BKC, Doçkayek 14.5, dockayek 23, kemberek teqemeniyê, dûrbînek şevê, 500 guleyên kelaşnîkof, hezar guleyên BKC, 368 guleyên docka 23, 196 guleyên pêşketî yên doçka 23 û 6 sindoqên doçka.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyan piştî ziyanên mezin dîtin, neçar mane paşve vekişin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çalakiyê de şervana YPJ’ê ya bi navê Rûken Kobanê û şervanê YPG’ê Reşîd Ebdullah bi nasnav Rizgar Efrîn jiyana xwe ji dest dane.
Navenda çapemeniyê, bi daxuyaniyek cuda, destnîşan kir ku îro jî li gundê Bîrkino, Cilbê û Girê Sor ên li rojhilatê Kobanê jî bi çeteyên ku êrîş pêk anîn re şer derketiye. Navenda çapemeniyê ragihandin ku di encama şer de, li Bîrkino çeteyek, li gundên Cilbê û Girê Sor jî 6 çete hatine kuştin, her wiha li Bîrkino 2 wesayît hatin ruxandin. Rûdaw