Serrûpel Nûçe Keça berpirsiyarê BDP di nava YPG de jiyana xwe ji dest da

Keça berpirsiyarê BDP di nava YPG de jiyana xwe ji dest da

Belav bike

Berî niha kurê şaredarê Sûrê, Seyîd narîn, Elî Narîn jî, di nava YPG de li derdora Kobanî jiyana xwe ji dest dabû.

Hat zanîn yek ji wan şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku li devera Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û di şerê li dijî komên radîkal de jiyana xwe ji dest dabûn, keça berpirsekî BDPê ye.

Çend roj berê kurê şaredarê navçeya Sûrê ya Amedê Seyîd Narîn, Alî Narîn bi navê kod Dilşad Ehmed li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û di şerê YGPê li dijî komên radîkal de jiyana xwe ji dest dabû.

Hîn şîna kurê Seyîd Narîn bidawî nebibû ku îro jî xebera kuştina keça hevserokê rêxistina BDPê yê navçeya Çermikê ya Amedê Haşim Demîrkol, Hêlîn Demîrok bi navê kod Hêlîn Amed hat.

Li gorî agahiyan, Hêlîn Demîrkol li devera Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest daye.

Duh jî YPGê ragihandibû, li başûrê Kobanê di şerê li dijî DAIŞê de 42 çekdarên DAIŞê hatin kuştin her wiha 2 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dane.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0605201416#sthash.9NORsjR1.dpuf