AVESTA KURD – Barzanî Mistefa Osman, ciwanekî Kurd e, ji rojavayê Kurdistanê ye, ji gundê Burc Evdalo ye, li herêma Efrînê. Ev demeke bi boksên xwe li Danîmarka deng daye. Ew di beşê ciwanan de, ciwanên di bin 18 salan de, roja şemê de li hember hevrikê xwe bi serket û bû Qehremanê Danîmarka.