Serrûpel Nûçe Barzanî behsa pêwendiyên ligel Bexdayê kir

Barzanî behsa pêwendiyên ligel Bexdayê kir

Belav bike

Di civînekê de ku, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê amade bû,Yana Haypaşkova sefîra Yekêtiya Ewropayê li Îraqê û seroka şandeya Yekêtiya Ewropayê amanca serdana şandeya Yekêtiya Ewropayê bo herêma Kurdistanê diyar kir ku, ew dixwaz in ji nêzîk haydarî rewşa siyasîya herêma Kurdistanê û helwesta hikûmeta Kurdistanê li hember pêşhatên vê qonaxa nuha Îraq û herêm tê de derbas bibe bibin û li ser encamên serdana xwe raporekê pêşkeşî wezîrên derve yên Yekêtiya Ewropayê bikin.
Haypaşkova, serkeftina hilbijartinên parlamentoya Îraqê û civatên wîlayetên herêma Kurdistanê ku, di 30ê meha borî de hatin encamdan, li serokwezîrê Kurdistanê pîroz kir û got ku, encamdana hilbijartinan ew yek îspat kir ku, xwesteka gelên îraqî ji bo pirosesa demokrasiyê heye û Yekêtiya Ewropayê bi rêya çavdêrên xwe ji nêzîj pirosesa dengdanê şopandiye û ew hilbijartin bi serkeftî birêve çûn.

Seroka şandeya Yekêtiya Ewropayê got:

– Di dawiya meha şeş de civata wezîrên derve yên Yekêtiya Ewroapyê ku, nûneratiya 28 welatên ewropayî dikin, dê bicivin û dê biryarê li ser awayê têkeliyên digel Îraq û paşeroja Îraqê bidin. Ev serdana me bo herêma Kurdistanê gelek giring e da ku ji nêzîk haydarî rojeva herêmê bibin û bi raporekê pyema xwe bigehînin civata wezîrê derve yên Yekêtiya Ewropayê. Yekêtiya Ewroapyê piştgiriyê li demokrasî, destûr, serweriya yasa û mafên irovî li Îraqê dike.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, hilbijartinên parlamnetoya Îraqê û civatên wîlayetên herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî bidawî hatin û êdî hilbijartin dibe kulturek û hevwelatî mafê xwe bikar tîne û di sîstema hukimdariyê de beşdar dibin. Roj bo rojê û hilbijartin bo hilbijartinê giringiya beşdarîkirin di pirosesa dengdanê de ji bo gelên herêma Kurdistanê zêdetir zelal dibe.

Li dor pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, di rewşa îro ya Îraqê de pêkanîna hikûmeta piraniyê nemomkine, tenê bi rêya pêkanîna hikûmeta hevbeş ku, hemû pêkhatên sereke yên îraqî tê de beşdar bin, bi btaybetî ku, Îraqê destûrek sîstema federalî heye, dikare pirsgirêkên Îraqê çareser bike.
Barzanî got ku, eger li navxweya herêma Kurdistanê di navebra aliyên siyasyên kurdistanî de dîtinên cuda hebin jî, lê belê hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê li hemebr pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê de yekhelwest in û ”ev hilbijartin derfeta dawiyê ye ku, Îraq siyaseta xwe rast bike.”

Serokwezîrê Kurdistanê sisyaseta nefta herêma Kurdistanê ji şandeya Yekêtiya Ewroapyê re zelal kir û got ku, herêma Kurdistanê di çarçoevya destûra Îraqê de siyaseta neftê îdare dike û li gor desturê berjewendiyên herêma Kurdistanê diparêze  û herêma Kurdistanê li ser bicîkirina mafên xwe yên desturî biîsrar e. 

Rewşa wîlayeta Enbarê li rojavayê Îraqê ku, ev çen mehe şer di navbera leşkerê Îraqê çekdaran de berdewam e, rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn û şandeya Yekêtiya Ewropayê  helwesta hikûmeta Kurdistanê a li hember penaberan bilind nirxan dû diyar kir ku, di demek nêzîk de dê ofîsa Yekêtiya Ewroapyê bo hevkariyên mirovî li Hewlêr bê vekirin û dest bi karên xwe bike û alîkariya penaberan bike.