Çekdarên YPG yên ser bi PYD ve li ser sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de, rê li ber Siûd Mele girtin û gotin eger ku ew derbasî axa rojavayê Kurdistanê bibe ewê were girtin, ji ber ku PYD di derbarê wî de biryara girtinê derxistiye.
Îro roja înê (09.05.2014) derdora nîvro, Hêzên çekdarên yên PYD, Siûd Mele û 2 kesên ku ligel wî bûn, hatine qedexekirin ku derbasî rojavayê Kurdistanê bibin.
Sidûd Mele, berî demekê weke sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê hatibû hilbijartin.
Partiya PDK-S, ji yekîtiya 4 partiyên Kurdî pêk hatibû: (Her du baskên Partiya Azadî, Partiya Yekîtî Kurdistanî û Partiya El Partî)
AVESTA KURD