Serrûpel Nûçe Kurdistan helîkopteran ji Tataristanê dikire

Kurdistan helîkopteran ji Tataristanê dikire

Belav bike

Daxwiyaniya Yawer di demekê de ye ku hefteya borî şandeke Tatarhistanê bi serokatiya Serokkomarê Tatarîstanê serdana Kurdistanê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiyan. Yawer ji BasNewsê re tekez kir ku armanca serekî ya serdana Serokkomarê Tatarîstanê bo Kurdistanê mijara derxistina petrolê bûye.

Edward Khayrûleyn ê Şêwirmendê Ragehandina Serokkomarê Tatarîstanê Rustam Minnikhanov ji BasNewsê re gotibû: ‘’Serdana şanda fermî ya Tatarîstanê ji bo îmzekirina çend rêkeftinan bû derbarê kirîna çend helîkopter, cîhazên rafîneriyên petrolê û kamyonên Kamaz de.’‘

Khayrûleyn wiha axifîbû: ‘’Di vê serdanê de ku rojekê berdewam kir, Serokkomarê Tatarîstanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya, serdana zêdetir ji bo hevnaskirinê bû, lê biryar e di serdanên dahatû de çend rêkeftin di navbera herdu aliyan de werin îmzekirin.’‘ Herwiha da zanîn ku Barzanî ji aliyê Serokkomarê Tatarîstanê ve bi fermî hatiye vexwendin daku serdana wî welatî bike.

Komara Tatarîstanê komareke otonom a ser bi Rûsya Federal, hejmara daniştvanên wê 4 milyon kes e. Paytexta wê Kazan e. Yek ji herêmên dewlemend ên Rûsya ye di warê pîşesazî, çêkirina helîkopter û kamyonên Kamaz de. Beşeke zêde ya petrola Rûsya jî li wê komara federal e.

Roja şemiya borî bi serdaneke fermî Serokkomarê Tatarîstanê Rustam Minnikhanov gehişte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat pêşwazîkirin. Piştre ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya. Bas