Serrûpel Nûçe Ev tenê ji aliyê hikûmetê ve tê dayîn

Ev tenê ji aliyê hikûmetê ve tê dayîn

Belav bike

Li gor zaniyaryên BasNewsê, di van rojên borî de civîneke berfereh di navbera hozên Ereb yên alîgirên rejîmê û hêzên Bergiriya Niştimanî yên Mihemed Faris serok hozê Tey de çêbû. Çavkaniyek agahdar ragehand ku wan hozan di civîna xwe de gotine ku ew dê bazgehên hebeş ligel YPG’ê deynin bo kontrolkirina rewşa Hesekê.

Wê çavkaniya taybet da zanîn ku Mihemed Faris eşkere kiriye ku hewlên wan bo zêdekirina alîkariya mehane ji aliyê rejîmê ve bo YPG’ê serkeftî bûne û karîne rêjeya wê alîkariyê bo 85 milyar lire zêde bikin, ku dike nêzîk nîv milyon dolar.

Eşkerekirina hevkariya darayî ya ku rejîm dide YPG’ê ji aliyê Mihemed Faris ve, bû cihê dilgianya rayedarên YPG û gazin ji Mihemed Faris kirin ku çênabe van zanyariyên wiha di civîneke giştî de eşkere bike, di himber de Mihemed Faris gotiye ku wî evna ne bi nêteke xirab kiriye. Ew pere mehane ji aliyê Mihemed Faris ve bi rêya Himêdan El-Irsan, ku kesekî ser bi Îstîxbarata Sûriyê ye, radestî YPG tên kirin.

Ji aliyê xwe ve Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Nûrî Birîmo li ser têkiliyên navbera YPG û wan hozên Ereb ji BasNewsê re got: “PYD amade ye têkiliyan bi hemû aliyekî re deyne, tenê tevgera siyasî ya Kurdî nebe, ew hemû têkilî jî bo kontrolkirina desthilatê ye.”

Birîmo diyar kir ku danîna bazgehên hevbeş di navbera YPG û hêzên Ereb de normale û wiha pêde çû: “Her tiştekî Mihemed Faris gotibe raste, ji ber ku ew naxwaze têkiliyên xwe ligel YPG têk bide, ew ne zilamekî ku zikê wî ji YPG têşe û ne zilamekî jihiş ketiye lê ew zelal û rastî ye.” Serkirdeyê PDK-S’ê tekez kir ku PYD bi rêya têkiliyên xwe bi rejîm û hozên Ereb re dixwaze desthilata xwe xurt bike û naxwaze desthilat têkeve dest aliyek din. Hêmin Salih/Bas

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê PYD’ê ye, ligel çekdarên hozên Ereb bazgehên hevbeş li ser sînorê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dideynin, hevdem rejîma Sûriyê jî rêjeya alkariyên xwe bo YPG’ê kiriye 85 milyon lireyên Sûrî.

Li gor zaniyaryên BasNewsê, di van rojên borî de civîneke berfereh di navbera hozên Ereb yên alîgirên rejîmê û hêzên Bergiriya Niştimanî yên Mihemed Faris serok hozê Tey de çêbû. Çavkaniyek agahdar ragehand ku wan hozan di civîna xwe de gotine ku ew dê bazgehên hebeş ligel YPG’ê deynin bo kontrolkirina rewşa Hesekê.

Wê çavkaniya taybet da zanîn ku Mihemed Faris eşkere kiriye ku hewlên wan bo zêdekirina alîkariya mehane ji aliyê rejîmê ve bo YPG’ê serkeftî bûne û karîne rêjeya wê alîkariyê bo 85 milyar lire zêde bikin, ku dike nêzîk nîv milyon dolar.

Eşkerekirina hevkariya darayî ya ku rejîm dide YPG’ê ji aliyê Mihemed Faris ve, bû cihê dilgianya rayedarên YPG û gazin ji Mihemed Faris kirin ku çênabe van zanyariyên wiha di civîneke giştî de eşkere bike, di himber de Mihemed Faris gotiye ku wî evna ne bi nêteke xirab kiriye. Ew pere mehane ji aliyê Mihemed Faris ve bi rêya Himêdan El-Irsan, ku kesekî ser bi Îstîxbarata Sûriyê ye, radestî YPG tên kirin.

Ji aliyê xwe ve Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Nûrî Birîmo li ser têkiliyên navbera YPG û wan hozên Ereb ji BasNewsê re got: “PYD amade ye têkiliyan bi hemû aliyekî re deyne, tenê tevgera siyasî ya Kurdî nebe, ew hemû têkilî jî bo kontrolkirina desthilatê ye.”

Birîmo diyar kir ku danîna bazgehên hevbeş di navbera YPG û hêzên Ereb de normale û wiha pêde çû: “Her tiştekî Mihemed Faris gotibe raste, ji ber ku ew naxwaze têkiliyên xwe ligel YPG têk bide, ew ne zilamekî ku zikê wî ji YPG têşe û ne zilamekî jihiş ketiye lê ew zelal û rastî ye.” Serkirdeyê PDK-S’ê tekez kir ku PYD bi rêya têkiliyên xwe bi rejîm û hozên Ereb re dixwaze desthilata xwe xurt bike û naxwaze desthilat têkeve dest aliyek din.

Hêmin Salih/Bas

– See more at: http://www.rojevakurd.com/politik/15818-Bteya-YPG-heyvane-milyon.html#sthash.XwtjIZW8.dpuf