Serrûpel Nûçe “Nfikirin ji Îraqê cuda bibin“

“Nfikirin ji Îraqê cuda bibin“

Belav bike

Mijara serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê û çalakî û xebatên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên neyarên Îranê ku li Başûr binecîh bûne, ji komara îslamî ya Îranê hêla sor in her wiha mercên wî welatî bo germbûn yan jî sarbûna pêwendiyên her du welatan e.

Konsulxaneya Îranê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, li ser malpera xwe ya fermî babetek bi navê “Nêrînek li ser pêwendiyên navbera Îran û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê” belav kiriye ku tê de li ser pereçekirina Kurdistanê wiha hatiye nivîsandin: “Kurd li welatên Tirkiye, Iraq û Sûriyê kêmîneyeke etnîkî ne lê li Îranê li mala xwe ya mezin de dijîn.”

Di nivîsê de her wiha behsa Komara Kurdistanê ya ku sala 1946an ji aliyê Qazî Mihemed ve li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hat damezirandin, jî tê kirin û wek “hikûmetek çend roje ya komunîstî” tê binavkirin û tê gotin ku hinek alî ku wek “kurdên radîkal” tên nasandin dixwazin pişta xwe bi Komara Kurdistanê ve girêbidin û ji xwe re netewe, kultur, ziman û dîrokê çêbikin.

Li gorî rayedarên Îranê, kurdî zimanekî serbixwe nîne lê zaraveyeke îranî ye ku ji peyvên erebî, tirkî û farsî pêk hatiye.

Di beşek din a wê babetê de behsa alîkarî û piştgiriya Îranê li hember xebata rizgariya Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û wiha hatiye ziman: “Rêjîma padşahî ya Iraqê piştî heyamekê dest ji alîkariya şoreşa kurdên Iraqê berda lê şoreşa sala 1979an a Îranê û avabûna komara îslamî bû xaleke werçerxanê di pêwendiyên navbera Îran û Başûrê Kurdistanê de.”

Di nivîsê de hatiye gotin ku Îranê ji sala 1991an ve xwestiye pêwendiyên xwe bi hevnijadên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê re baş bike ji ber wê jî piştî rizgariya Iraqê hebûna wê herêmê pejirandiye û li şûna konsulxaneyekê du konsulxane li Hewlêr û Silêmaniyê vekiriye.

Zêdebarî vê piştevaniyê, Îran ji Herêma Kurdistanê dixwaze bi mercekî pêwendiyên her du aliyan germ dimîne ku yekperçebûna xaka Iraqê were parastin, ji ber ku eger kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûn û veqetîna ji Iraqê ve bimeşin wê demê pêwendiyên Îranê digel Kurdistana Iraqê dê sar bibe.

Lê eger kurd bixwazin li nav Iraqê de xwe bihêz bikin û di hikûmeta navendî de jî beşdar bibin wê demê pêwendiyên her du aliyan dê bihêztir bibe.

Mercekî din ê Îranê bo germbûna pêwendiyên Îran û Kurdistana Iraqê ew e ku behsa Kurdistana Mezin neke. Çimkî Îran dixwaze Herêma Kurdistanê pêşiya xebat û çalakiyên neyarên Îranê yên li Başûr bigire ku dixwazin li nav kurdên Îranê de xebat bikin, eger Kurdistana Iraqê vê yekê bike baweriya Îranê jê zêdetir dibe.

Îran dibêje, çavên wî welatî li dewlemendiya Iraqê nîne ji ber ku ew bixwe gellekî dewlemend e lê wisa xuya ye ku di warên siyasî û ewlehiyê de çavên wî li Herêma Kurdistanê ye. Îran naxwaze kurd bibin yek û hewla serxwebûnê jî nedin û neyarên wî jî çalak nebin. Rûdaw