Yaşar Kaya li ser serokê partiya HDP ku PKK ew ji Kurd û Tirkan ava kir û DEP tevlî wê kir got, bapîrê serokê HDP Ertugrul Kurkçu, gelek Kurd kuştine, ez wî baş nas dikim, ew berê li cem min di rojnameyê de dixebitî.
Kaya got, bapîrê wî qatilê Kurdan e, mixabine ser serê Kurdan û ew kirine parlamenter. Bapîrê wî Ittîhatçî bû, hem li Diyarbekirê, hem jî li Koçali wî gelek Kurd kuştin, di komkujiya Kurdan de beşdar bû.
Yaşar Kaya her wiha di hevpeyvîna xwe de got ku ew şaredara Amedê Gulten Kişanak jî nas dike, ew jî berê li rojnameya Ozgur Gundem li cem wî dixebitî, ew ji xwe re vala diaxife, ew bi hêza PKK bûye berpirsiyar.
Kaya got, BDP-HDP bê rêbaz in, bê xet in, nizanin çi dikin û çi dixwazin.
AVESTA KURD