Serrûpel Nûçe Hemû alî li ser Zêbarî li hev dikin

Hemû alî li ser Zêbarî li hev dikin

Belav bike

Çavkaniyên dîplomasî li Bexda û Hewlêrê destnîşan dikin ku Zêbarî yê herî bi şans û qebûlkirî ye ji bo wergirtina posta serokomariya Îraqê.

Eger bû serokomar, wê cihê Celal Talabanî bigire.

Di vê derbarê de jêderên nêzîkî Zêbarî dibêjin ku hemû alî li ser wî muttefiq in ku ew bibe serokomar, lê wî bi xwe heta niha di vê derbarê de tu daxuyanî nedane.

Hoşar Zêbarî endamekî serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê ye û xalê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.