Serrûpel Nûçe “Asayîşa PYD kurê min îşkence kiriye“

“Asayîşa PYD kurê min îşkence kiriye“

Belav bike

 

Roja 9ê Gulanê teqînek di nav mala endamekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Tikrbsepiyê çêbû û di teqînê de endamekî PYDê bi navê Remezan Mihemed Hesen jiyana xwe jidest da û endamekî din ê heman patryiê bi navê Casim Ebdullah birîndar bû.

 

Mala ku teqîn tê de hatiye encamdan bi kirê di dest Beşîr Mecîd Mûsa de bû, ku ew jî endamekî PDK-Sê ye û bi xwe ji gundê Girê Pirê, nêzîk Tirbsepiyê ye û ji roja teqînê de ji aliyê asayişa PYDê ve hatiye girtin û heta niha li cem wan e.

 

Medyay ser bi PYD ve dîmeneke vîdyoyî belavkiriye ku tê de dibêje ku ew îtîrafên Beşîr Mecîd Mûsa ne.

 

Bavê Beşîr, Mecîd Mûsa derbarê wan îtîrafatên ku ji kurê wî hatine standin dibêje: “Ew îtîraf di bin îşkence û bi zorê ji kurê min hatine standin”.

 

Mecîd Mûsa herwiha red kir ku ti têkiliya kurê wî bi vê teqînê ve hebe û got ku kurê wî bi tenê kadirekî siyasî yê PDK-Sê ye.

 

Mûsa diyar kir ku “Roja teqînê, ne Beşîr û ne jî hevjîna wî li nav malê bûn û bi serdanekê li cem mala pismamê xwe bûn ku tenê yek cade ji mala wî dûr e.”

 

Bavê Beşîr herwiha got “Berî du mehan hêzek ji asayişa PYD avêtin ser mala wan li Girê Pirê û gotin ku Beşîr çekdaran li xwe dihewîne û wan perewrde dike. Hêzên asayişê mala me teftîş kirin lê dema tiştek nedîtin, ew ji malê derketin û wê demê jî Beşîr bi xwe ne li malê bû. Lewma ev senaryoya teqînê ji aliyê PYDê ve hatiye çêkirin daku kurê min bigirin”.

 

Mecîd Mûsa aşkere kir ku berî niha hewla kuştina kurê wî hatibû dayîn û got: “Berî niha li ser rêya Tirbespiyê-Girê Pirê dema ku Beşîr li ser motorê xwe dihat mal, çekdarên nenas gule berdane wî lê ew ji hewla kuştinê filitî”.

 

Bavê Beşîr da zanîn jî ku berî teqîna 9ê Gulanê li Tirbespiyê “Kesên nenas kaxezek li ser motorê Beşîr danîbûn û jê re nivîsandibûn ku êdî nabê ku ew karê siysî bike û eger bike ewê wî bikujin.” Rûdaw