Mele, kiryar û êrîşên PYD bi tundî şermezar kir û got bi çi awahî be ewê vegerin rojavayê Kurdistanê.
Siûd Mele ku PYD qedexe kiribû ew vegere Rojavayê Kurdistanê, ji bakurê Kurdistanê vegeriya başûrê Kurdistanê û peyamek ji Hewlêrê ji PYD re şand û got, berî her kesê wê PYD baca kiryarên xwe bide.
Mele her wiha got kiryarên Pyd dikeve xizmeta dijmin û tenê rêjîma Sûriyê sûdê ji wan êrîş û kiryarên PYD dimîne.
Siûd Mele ji Rûdawê re got, ew hatiye başûrê Kurdistanê ji bo ku ji vir ew û hevaêên xwe yên hatine nefîkirin, derbasî rojavayê Kurdistanê bibin.