Serrûpel Nûçe Reuters: Kurdistanê petrola xwe difroşe Îsraîl û Emerîka

Reuters: Kurdistanê petrola xwe difroşe Îsraîl û Emerîka

Belav bike

Berpirsekî wezereta çavkaniyên siruştî yê Kurdistanê ji Reuterê re daye xuyakirin ku ew yekser petrolê nafroşin Îsrail û Amerika.

Lê Reuters dibêje ji berî du heftiyan petrola Kurdistanê ji aliyê companiyek taybetve ji bo Amerîka û Îsrailê hatiye weguhaztin.
Li ser vê bûyerê wezîrê berpirs yê Îsrail nexwestiyê di vê babetê de li gel Reuters biaxive.

Li ser vê bûyerê alîkarê serokê lêjneya neft û gazê ya Parlamentoya Iraqê Elî Razî, ji Rûdawê re got, hinartina nefta Kurdistanê bo her welatekî bi taybet Îsraîl, eger bêyî agahdariya Bexdayê be wê demê tê wateya binpêkirina destûrê û kêmkirina heybeta Iraqê.
 
Elî Razî ku endamê Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya serokwezîr Nûrî Malikî ye, diyar kir ku pêwendiyên dîplomatîk û aborî yên rasterast bi Îsraîlê re bi ti awayekî nayên qebûlkirin. Rojevakurd