Serrûpel Nûçe “Ocalan heta 5 salan azad dibe“

“Ocalan heta 5 salan azad dibe“

Belav bike


Endama meclisa şaredariya Gâvle a Partiya Keskan a Derdor Roger Persson bi tevê Parlementer Kaplan çu serdana Navenda Civaka Kurd a Demokratik û Kaplan di der barê pêşketinên li Swêdê, Tirkiyê û Kûrdîstanê de nêrînên xwe bi Kurdistaniyan parve kir.

Kaplan da diyar kirin ku, Pirsgirêkên ku li Tirkiyê tê jiyankirin ji ber 90 sal berê ji ber îdeolojiya Mustafa Kemal a ‘Yek ziman’, ‘Yek dewlet’, ‘Yek millet’ dest pêkiriye, lê belê ev di rojame ya îro de bi rastiya hevdu nagirin.

Kurdîstaniyek dinjî ji Kaplanre di derbarê pêvajoya aşitî yê û azadiya Ocalan de fikrê we çiye pirsî.

Kaplan vê pirsê wiha bersivand “Parlementerê me ku kokenê wê Kurde Jabar Amîn ji aliyê Kurdan re, minjî bi serokkomar Abdullah Gul û bi rayedarên din re hevdîtin pêk anîn. Em gihiştin vê encamê ku her du difikirin ku ev pirsgirêk bi çekan ve nayê çareserkirin. Ev kêfxweşiye. Emê jî jibo çareserî û Muzakere di nav hewldanan bin.”  Kaplan piştî ku got ez bi bawerim ku Ocalan wê azad bibe wiha got, ‘ez difikirim ku niha hepsa malê wê bi derfet be û heya 5 salan jî Ocalan wê bigihêje azadiya xwe’. anf