Desteya rêveber a TEV-DEMê daxuyaniyek derxist û tê de behsa teqîna ku roja 9ê gulanê li nav malekê li bajarokê Tirbespiyê çêbû û di encam de endamekî PYDê jiyana xwe ji dest da kir û wek pilana dezgeha parastinê ya PDKê da zanîn û got ku “îstixbarat û grûpên taybet ên PDKê destê wan di hemû bûyerên Rojava de heye”.
Lê belê Ajansa Parastinê ya Herêma Kurdistanê roja 15ê gulanê di daxuyaniyekê de ew tomet red kirin û PYDê bi wê yekê tometbar kir ku “wê bi xwe ew teqîn pêkaniya daku endamekî xwe ji nav bibe û bike hênceteke ji bo girtina çalakvan û siyastemedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê”.
TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir ku pêwîste erka xwe ya neteweyî pêk bîne û helwesta xwe li hember van destêwerdan û karên li dijî xelkê Rojava tên kirin, diyar bike. Herwiha bang li hêzên Kurdistanê kir ku hêza xwe bikin yek û rê li ber “destêwerdana PDKê li Rojavayê Kurdistanê bigirin”.
Di daxuyaniyê de TEV-DEMê bang li PDKê kir ku “dest ji kiryarên xwe yên li dijî xelkê Rojava û hewldanên wan ku şerekî navxweyî li Rojava derbixe berdin”.
TEV-DEMê hişyarî da û got ku “bila her kes baş bizane ku ewê heta deqeya dawî bi hemû derfetên xwe parastina destkeftên gelê xwe ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bikin”.
Desteya rêveber a TEV-DEMê di dawiya daxuyaniya xwe de car din hişyarî da û tekîd kir ku “bila hemû planger baş bizanin ku Rojava li ser serê kesên destwerdanê dikin dê bibe Vêtnama duyemîn”.
Rûdaw