Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera hikûmeta herêma Kurdistanê re got:
- Li ser vexwandineke fermî a hikûmeta Birîtaniyayê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê ku, ji Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Qubad Talebanî berpirsê fermangeha hevahengî û dûvçûnê a ser bi civata wezîrên herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê pêk tê , gihişte Birîtaniya.
Li gor Ergoşî, Nêçîrvan Barzanî û şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê dê di rojên duşemê (îro) û sêşembiyê de digel nezine berpirsên hikûmeta Birîtaniyayê bicive û têkeliyên navbera Kurdistan û Birîtaniyayê û çend mijarên din bi wezîr û berpirsên hikûmeta Birîtaniyayê re gotûbêj bikin.