Serrûpel Nûçe Kandîdê Kurd yê PE Kurdo Baksî daxuyaniyek da

Kandîdê Kurd yê PE Kurdo Baksî daxuyaniyek da

Belav bike

AGAHDARÎ LI SER HILBIJARTINA

PARLAMENTOYA YEKÎTÎYA EWRUPAYÊ  
  
LISTEYA PARTIYA JINGEHÊ (MILJÖPARTIET) DI

HILBIJARTINA PARLAMENTOYA YEKÎTÎYA EWRUPAYÊ   



Hemwelatîyên heja!
 
Li Ewrupayê nêzî 3 milyon Kurd dijîn lê mixabin yek Kurd jî li Parlamentoya Ewrupayê (PE) da tune ye.
 
Van rojanç ji 7ê Gulanê ve dengdanên pêşwext ji bo PEyê dest pêkir in û her kesên ku xwedîyê mafê dengdanê ye li seransere Swêdê û li 27 dewleten din yên endamên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) de dikare tenê bi rêya nîşandana nasnameya (Id-kort) xwe dengê (raya) xwe bide. Qerta dengdanê (
röstkort) jî ne pewist e.
  
Di hilbijartina îsal de ku 25ê Gulanê pêk tê, li Swêdê 5 kurd ji partîyên cuda bûne namzetên Parlamentoya Ewrûpayê. Tu namzet di van lîsteyan de li cîhet kub ê hilbijartinê de nîne lê bi rêya raya bi tercîh (personval) hin ji wan dikarin bên hilbijartinê. Di van lîsteyan de cîhê herî bilind a min e û ez ji lîsteya Partîya Jîngehê (Miljöpartiet) de dikevim hilbijartinê û di dora 8an de navê min nivîsandîye. Îmkana min kû ez di hilbijartina PEyê de bi rêya rayên we yên bi tercîh ku hûn bikar bînin, ez bêm hilbijartin gelek bilind e. Raya bi tercîh (personröst) bi îşaretkirina qutîya pêşîya navê namzetan ve tê bikaranîn. 
 
Bi minasebeta namzetîya xwe, ez dixwazim xwe bi we bidim naskirin.

      Ez sala 1965an li Batmanê hatime dinyaye.

      Sala 1980yan tevî malbata xwe hatime Swêdê. Sala 1989 de besa îdarî (rêvebirin)och siyasetê a li Unîversîteya Stockholmê qedandîye û herwisa min rojnamevanî jî xwendiye.

      30 sal in ku karê rojnamevanîyê dikim û li rojnameyên Swêdê yên heri mezin de dinivîsim û nivîsên min çap dibin. Her weha li hin malperên kurdî de jî nivîsên min yên kurdî çap dibin.

      Heta niha 7 pirtûkên min çap bûne li dinyayê hatine belavkirin. Pirtûka min a dawîyê “Hevale min Stieg Larsson” bi 10 zimanî li 22 welatan çap bûye û li Emeriqayê gelek hat firotin.

      Bi Ingilizi, Ispanî, Fransizi, Swêdi, Kurdî û Tirki zanim.

      Sala 2000an de min Xelata Aşîtîyê ya bi navê serokwezîrê berê yê Swêdê, Olof Palme, wergirt. Herwisa heta niha 8 xelaten di ware rojnamevanîyê, kulturî û aêîtîyê de li Swêdê hatime xelatkirin.

Aniha mesela Kurd li Bakûr, Basûr, Rojhilat û Rojava germ e.Bal dinyayê li ser e!

 

Pewistiya me bi diplomat, lobîyîst och sîyasetmedarên kû dikarin di qada navnetewi de ji bo Kurdan kar bikin heye.

 

Bi xwendina xwe, bi tecrubeya xwe ya rojnamevanîç bi peywendîyên xwe yên civata kurd û sîyaseta kurdan li her çar perçeyîn kKurdîstanê û li derveyî welat û her weha zanyarîya min a gelek zimanan bawerîya min xurttir dike ku li Parlamentoya Ewûpayê de bikaribim bi awayek baş di xizmeta xebata gelê xwe de bim û maf û azadîyên me biparêzim û taybetî jî karekî baş ji bo neteweyên bê dewlet ji bo Kurdan û pirsên entegrasyona penabiran li Ewrûpayê bikim.



Ew Kurdên ku bixwazin dikarin  li ser lîsteya Miljöpartiet, hejmara 8an. isaret deynin.



Divê navê kurdan jî di sala 2014an de li Parlamentoya Ewrûpayê de hebe!
 
Navê Kurdo Baksi;
Di dora 8an de li li lîsteya Partîya Jîngehê (Miljöpartiet) ji bo hilbijartina PEyê!

 

Raya xwe bidin xwe, navê xwe KURDO têxin Parlamentoya Ewrûpayê!

 

Bi silaven biratî ji hemû hemwelatîyên xwe re bextewarî û serketin daxwaz dikim!