Serrûpel Nûçe Serokwezîr bi rayedarên Brîtanî re civiya (FOTO)

Serokwezîr bi rayedarên Brîtanî re civiya (FOTO)

Belav bike

 
 
Di destpêka hevdîtina han de Hague got: Gelek kêfxweşim ku Serokwezîrê Kurdistanê bo cara yekem bi fermî serdana Londonê dike û pêşwaziya vî dikim, ev serdana han derfeteke gelek girînge û berhema peywendiyên bihêz yên di navbera Berîtanya û Kurdistanê deye û bandoreke gelek girîng li ser peywendiyên navbera her du aliyan di her warî de dike.
Hague di berdewamiya axaftinên xwe de behsa xwesteka Berîtanyayê bo bihêztir kirina peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re kir û jiber pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de jî destxweşiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Di heman civîna han de ku wezîrê dewlet bo karûbarên Rojhilata Navîn jî tê de amade bû, rewşa giştî ya Îraqê, prosesa siyasî, hilbijartinên Parlementoya Îraqê, damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê û Kurdistanê jî hatin nirxandin û herwiha behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa mafên mirovan li Îraq û Kurdistanê û rewşa siyasî ya deverê, rewşa Penaberên Sûriya û Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê jî hate gotûbêj kirin.
Di berdewamiya civîna han de her du alî behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Londonê û çawetiya bihêztir kirina peywendiyên han jî kirin û tekez li ser berfiretir kirina wan peywendiyan û destpê kirina geştên asmanî yên raste rast ên di navbera Hewlêr û Londonê de kirin.

Piştî bi dawî hatina civîna han wezîrê derve yê Berîtanyayê li ser şerefê Serokwezîrê Kurdistanê heyeta Kurdistanî mêwanê xwarina nîvroyê kir.
Beriya civîna han, heyeta Kurdistanê li gel wezîrê enerjî ya Berîtanyayê jî civiya û di civînê de behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Londonê bi tyabetî yên di warê enerjî de kirin û heyeta Kurdistanê xwesteka Kurdistanê bo fêde wergirtin ji ezmûna Berîtanyayê ya di warê enerjî de diyar kir.
Heyeta Kurdistanî herwiha hevdîtineke din jî li gel Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Berîtanyayê pêk anî û di civînê de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Berîtanya û herwiha rewşa deverê bi giştî hate kirin.
Di civîneke din ya li gel wezîrê dewlet bo karûbarên bazirganî de kar û çalakî û projeyên kompaniyên Berîtanî yên li Kurdistanê hatin nirxandin û her du alî peymanek bo hemahengî û hevkarî di warên cur bicur de îmze kirin.
Êwara îro jî grûpa partiyên Parlementoya Berîtanyayê li ser şerefa heyeta Kurdî, bo xwarina êwarê heyeta Kurdî davet kir.