Serrûpel Nûçe Şerê YPG û Milîsên Mihemed Faris de germtir dibe

Şerê YPG û Milîsên Mihemed Faris de germtir dibe

Belav bike
Piştî ku pêr hêzên rêjîmê êrîşî banda kontrolê ya hêzên Asayîşê kirin û di encamê de hêzên Asayîşê û hêzên YPG’ê besiva êrîşan dan. Di encamê de di navber hêzên asayîşê, YPG û YPJ’ê ji aliyekî ve û hêzên rêjîmê û alîgirên wan ji aliyê din ve şer û pevçûnên dijwar derketin. Di encama pevçûnên ku heta saetên şevê dewam kirin de 20 endamên rêjîmê hatin kurştin û ji 15 zêdetir birîndar bûn. Hate gotin ku birîndarên rêjîmê birin nexweşxaneyên Şabo, Îsam Bexdê û Hikmê yên bajarê Heskekê. Her wiha hêzên YPG’ê ku opersyon li herêmê dan destpêkirin navenda Avê ya li taxa Ezîziyê, çerxeriya navenda agir kujê û keraca bajêr ên taxa Til Hecer û riya sîna ji destê hêzên rêjîmê rizgar kirin.

Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku di pevçûnan de 5 şervanên YPG’ê û Asayîşê jiyana xwe jidest dane. Navenda Ragihandina Asayîşa Rojava eşker kir ku endamê wan Eymen Ibrehîm jiyan xwe jidest dabû.

Hêzên rejîmê 5  sivîl revandin

Hêzên rejîma Baasê 5 welatiyên Kurd ên sivîl li bazara bajarê Hesekê revandin û êrîşî dikanên welatiyên Kurd ên di bazarê de kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin beriya niha bi saetekê hêzên Parastina Niştimanî yên girêdayî rejîma Baasê (Rû girtî) 5 welatiyên Kurd li bazara bajarê Hesekê revandin û êrîşî dikanên kurdan ên di bazarê de kir. Ji van dikanan Studio Heval a wênekêşiyê bû û hemû alavên dikanê şikandin.
Li gorî agahiyan, navên welatiyên sivîl ên hatine revandin ev in: Siûd Salih Hesen xwediyê dermangehekê ye, Seyfedîn Selman xwediyê dikana firotina cilan e, Bahoz Ebdurehman xwediyê Dikana Êndîwar, Îmad Salih Xelef xwediyê pêşengeha El-Selam, Ebûd Mihemed Xişo jî dema ku di kolana Felistînê ya di nava bazara navendî ya bajar re derbas dibû hate girtin. anf