Serrûpel Nûçe Zimanê Erebî li Kurdistanê

Zimanê Erebî li Kurdistanê

Belav bike


 

Kurdistan wek gelek welatên cîhanê ye yên ku du zimanan bi kartînin (Kurdî û Erebî), di vî warî de hinek yasa hene bo karanîna zimanê duyem : divê nivîsandina bi zimanê duyem tenê bi tîpên hûr bê û di bin zinamê yekem de bê herwiha navê dukan û markêtan, rêklam, lîsteyên xwarigehan û hotêlan lê hema li kurdistan ev yase bi karnayê .

– Piranî ya kesên ku li Kurdistanê bi Erebî dinivîsîn Erebê Îraqê ne, ew hemî berhem û nivîsandinên rêklam û belavok bi Erebî datînin,

– î’yade û taqîgehên li kolana bijîşkan li hewlêrê pelên analazê û şîrovekirina nexweşî yê tenê bi zimanê erebî dinivîsînin.

 - di vê dema dawî de gelek kampanî yên Erebê Sûrî jî li Hewlêrê vebûn yên piranî ya karmendên xwe ji welatê xwe tînin û ji ber perwerdeya wan e Be’esî nikarin ti qîmetê bidin zimanê netewî li kurdistan, gelek ji wan navê Kurdistanê naînin ser zimanê xwe dibêjin ev der Îraq e û hew. û qet nafikirin ku belavok yan rêklamên xwe bi kurdî derxin , di nêranî piranî ya wan de “kurdistan beşeke ji dewleta Erebî Îraq” ev nêrîn têne eşkerekirin li ser wêbsayta Fêsbûkê ku welatî yên Sûrî li kurdistanê girûpek bi navê “ sûrî yên li Erbîlê “ li wir birêxistine. û bêtirî carekê kesên ku bi kurdî dinivîsînin ji endamtî ya vê girûpê hatine qedexekirin.

– Karmendeke Şamî dibêje : ev salek û şeş heyvin ez li Erbîlê me, heya ana ti pêwîstî ya min bi zimanê Kurdî ne bû, em hemî pelên şerîketa xwe bi erebî dinivîsînin. û li ser pirsa me eger zibûnekî wan kurd hebê ku ji Erebî fêm nekê ew ji bo wî çi dikin, wê bi ken : ev ne problema me ye, divê ev Kurdê ku heya ana Erebî nizanê êdî dest bi xwendina zimanê me bikê.

 

-Berpirsyarê kampaniyek Turkî û ji bo sedemên diravî  mecbûr ma ku hinek belavokên xwe kêm bikê, wî biryar da ku bi tevahî dev ji yên Kurdî berdê

Digot : ti pêwistî ya me bi Kurdî tine, ji bo bazirganî ya me Înglîzî û Erebî besin. herwiha têklî yên di nav campanî yan jî bi zimanê erebî ne

-Welatiyekî Hewlêrî got : hemî xwaringehên nû li Hewlêrê lîsteyên xwarinên xwe tenê bi Erebî didin ber me. min ji xwedîyê rîstûrantekê mînyo ya kurdî xwest, piştî nîv seetê wî lîsteyek kevin ji min re anî.

– li nav Bajarê Hewlêrê navê hotêl ,markêt, rêstûrant û kampanî tenê bi zimanê Erebî têne nivîsandin. û ya balkêş ew e ku ji kesên biyabî yên li vî bajarî dijîn pirsa xwendin û bikaranîna zimanê kurdî nabê ! wek ku em dizanin hemî dewletên cîhanê daxwaza yekem ji kekên biyanî fêrbûna zimanê netewî ye berî destpêkirina kar.

 

-Azad mamûsteyê zimanê Kurdî di nêrîna wî de ku li gel zêdebûna zimanê erebî li vî bajarî  gelek şaşitî di rêklamên kurdî de hene lê mixabin ti dezgeh xwedî ji van herdû meselan re tine.

li dawî yê pirsek bê bersiv xwe didê pêş me : di nav hemî dewletên cîhanê bi tenê herêma kurdistanê zimanê kurdî bi kartîne wek zimanekî fermî lê di ev çend salên dawî de parastina ziman roj bi roj kêm dibê û bikaranîna zimanên biyanî ji bin kontrolê êdî derdikevê, berpirsyarê vê kêşe yê  kî ye ? û çima ta ana li hember (Te’irîb) a bê deng ti biryar nehatine sitendin ?

 

Mihemed Nebo

Hewlêr 08/04/2014