Serrûpel Nûçe Dibêje Barzanî di dijmintiyê de Tirkiyê jî derbas kiriye

Dibêje Barzanî di dijmintiyê de Tirkiyê jî derbas kiriye

Belav bike

Aydar got, ev demeke dirêje pirsgirêkên wan bi Barzanî re hene, û ew jî bû sedema wê yekê ku kongreya Netewî li dar nekeve.

Zubêr Aydar di hevpeyvîna xwe de dibêje, Barzanî li gora xwe hesabek kir, ew jî ev bû, wê mudaxeleya navdewletî çêbibe, wê rêjîma Sûriyê bikeve û wê Barzanî zilamên xwe li rojava bi cih bike.

Aydar dibêje, heta niha Barzanî bi tu awahî alîkariya rojavayê Kurdistanê nekiriye.

Li gor hevpeyvîna Aydar, çete êrîşî rojava dikin, Barzanî li cihê ku alîkariyê bike, radibe ambargo datîne.

Endamê desteya KCK Zubêr Aydar, dibêje, Barzanî hinek kes li cem xwe perwerde kirin û ew şandin rojava ji bo ku bi êrîşan rabin, lê ew di rêde hatine girtin û itîraf kirin.

Zubêr Aydar berdewam dike û dibêje ku Barzanî dixwaze Kurd û Ereban berde hev.

Di dawiya hevpeyvîna xwe de navborî dibêje, dijmintiya Barzanî li hember rojava, dewleta Tirkiyê jî derbas kiriye.

Zubêr Aydar ku niha li Belcîka dimîne, li paytexta Norcêwê li Oslo di hevdîtinên di navbera rêxistina istîxbarata Tirkiyê MIT û PKK de jî beşdar bûbû.