Seytereya DAIŞ li gundê Cub El Ferec bû, li Kobanî. Dema ku çekdarên DAIŞ jin û xelkê di busê de daxistin û heqaret û sûkayetî bi jinên rêwî kirin, xortekî derçûyî edebiyata îglîzî Mihemed Mihemed li dijî çekdarên derket û xwest ku heqaretê bi xelkê nekin. Çekdarekî ji Siûdiyê kêra xwe derxist û di pişta wî de lêxist, di navbera Mihemed û çekdaran de şer derket. Çekdaran ew li li kêleka busê, li pêşiya çavên her kesî kêr kirin, şerjêkirin û serê avêtine kêleka wî. Mihemed Mihemed, 26 salî bû, û pismamê endamê polîtbîroya PDK-S Mislim Mihemed bû.