Şairê mezin ê Kurd Ebdulla Peşêw ku ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd (Kurd-Pen) ve ji bo Xelata Nobelê ya Edebiyatê wek namzed hatiye nîşandan, derbarê mijarê de wiha axifî: ’Xelata Nobelê meseleyeke siyasî ye. Eger meseleya Kurdistanê çareser bibe, Ebdulla Peşêw nebe jî dê Ebdulla Peşêweke din derkeve holê. Kîjan edebiyatnasên Kurd wek namzed hatine nîşandan, nizanim. Eger xelatê nedin min, ez bawer dikim dê 20 an jî 50 sal şunde Kurdekî din Xelata Nobelê werbigre.’
Peşêw ku çend roj berê hat Bakurê Kurdistanê û li Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê geriya û ligel xwendevanên xwe hat ba hev, ji AA’yê re axifî. Peşêw derbarê namzednîşandana xwe de ya ji bo Xelata Nobelê got: ’ Xelata Nobelê meseleyeke siyasî ye. Eger meseleya Kurdistanê çareser bibe, Ebdulla Peşêw nebe jî dê Ebdulla Peşêweke din derkeve holê. Kîjan edebiyatnasên Kurd wek namzed hatine nîşandan, nizanim. Eger xelatê nedin min, ez bawer dikim ku dê 20 an jî 50 sal şunde Kurdekî din Xelata Nobelê werbigire.’
Peşêw derheqê helbesta Kurdî û ya cîhanê de jî wiha axivî: ’Derbarê helbesta Kurdî de gotineke Rûsan tê bîra min, ’Helbest ji helbestê mezintir e.’ Ev gotin ji bo edebiyata Kurdî jî derbas dibe. Li Kurdistanê dema ku helbestvan helbestên xwe dibêjin, ez wê kelecana berê nabînim. Helbest li her derê tê xwendin. Li parlamentoyê jî siyasetmedarî dikarin bi rêya helbestê fikr û ramanên xwe bibêjin. Di edebiyata Kurdî de ji bo helbestê eleqeyeke mezin heye. Li Kurdistanê rola helbestê mezin e.’
Peşêw li ser pirsa ku ’Hûn di helbesta Kurdî de xwe li ku derê dibînin?’ jî wiha bersiv da: ’Wek hemû helbestvana me û ji kesî ne zêdetir im. Helbestvan bi demê re derdikeve holê. Di nivîsandina helbestê de ji bo min zimanê Kurdî, jin û Kurdistan zehf girîng e, ez îlhama xwe ji wan distînim.’
Peşêw di Kurdî de li ser nebûna elfabeyeke hevbeş jî sekinî û wiha pêde çû: ’Ev mijareke taybet e, ez nikarim tiştekî bibêjim. Lê dikarim bêjim ku nivîsandina bi du elfabeyan mijareke teknîkî ye, di pêşerojê de wê çareser bibe. Ji ber ku em bê dewlet in, bername û projeyên me yên hevbeş ên li ser çand û ziman nînin. Zimanê Kurdî ji 2 hezar salan zêdetir e ku di bin zordestiya dewletan de ye.’
Ebdulla Peşêw derbarê bikaranîna elfabeyên Erebî û Latinî de jî got: ’Her kes fêrî elfabeya xwe bûye. Ez elfabeya Erebî bi kar tînim. Lê Ereb û Fars ji vê elfabeyê fêm nakin. Lewra çawa tê nivîsandin, wiha tê xwendin, çawa tê xwendin wiha jî tê nivîsandin. Li gor texmîna min dê bi demê re ev mesele çareser bibe.’
Peşêw pêvajoya çareseriyê jî wiha nirxand: ’Ji bo cîrantiyê aştî girîng e. Divê her kes li welatê xwe azad bijî û di nav azadiyê de zimanê xwe bi kar bîne. Eger evna hebe, ew welat azad e.’ Peşêw axaftina xwe wiha qedand: ’Ji ber ku ez hatime bextewer im. Ya rast berê jî çend caran hatibûm welatê xwe yê Kurdistana Bakur. Li Mêrdîn, Diyarbekir û Bedlîsê geriyabûm.’