Hevpeyvîna ku di ANF de hatiye belavkirin, weke ku hatiye em li jêr belav dikin.
Bi dîtina we çima Rojava rastî ewçend êrîşan tê?
Destpêkê dixwazim vê bêjim; Asayîşa Rojava hêza ewlekariya neteweyî ye û ji zarokên xizan û bindest ên gelê Rojava pêk tê. Bi temamî dûrî siyasetê ye. Ji bo gel biparêze û li dijî sûcên edlî û êrîşên DAIŞ û El Nûsrayê di nava têkoşîneke çalak de ye.
Armanca bingehîn a êrîşên rêk û pêk ên du salên dawî yên dewletên herêmê, hêzên siyasî, komên radîkal ên mîna DAIŞ û El Nûsra û rejîma Sûriyeyê, têkbirina ewlekarî, yekitî û biratiya li Rojava ye. Lê belê tevî van êrîşan jî, bi tedbîrên me yên ewlekariyê re dema mirov Rojava bi gelemperiya Sûriyeyê re tîne beranberî hev û dema mirov bi welatê mîna Iraq, Misir û Lubnanê dide ber hev, Rojava herêma herî ewle ye. Dikandarên me heta derengî dikanên xwe vekirî dihêlin, gel dikare biçe bazarê, bi awayekî ewle ji xwe re digere, kes bi tirsa ku wê sibê çi bibe, ranazê.
Li dijî van êrîşan hûn alîkariyekê distînin?
Bêguman ji bo têkoşîna li dijî êrîşên rêxistinên DAIŞ û El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê, pêwistî bi têkiliyeke nêz a bi hêzên ewlekariyê yên dewletê herêmê re heye, lê belê heta niha me ti destek nedîtine. Ji ber ku beşeke mezin a endamên van rêxistinan ji sînorê van welatan derbasî nava herêma me dibin. Lewma nêzîkatiya van welatan a li dijî van rêxistinan û parvekirina agahiyan girîng e.
Gelo hûn bi rastî jî Asayîşa PYD’ê ne?
Weke Asayîşa Rojava em ne alîgirin ti partiyeke siyasî ne û ne hêza ewlekariyê ya ti partiyeke siyasî ne. Timî me bi PYD’ê re dikin yek, ti têkiliyeke me ya organîk bi PYD’ê re nîne û nabe bibe. Vê yekê bi awayekî vekirî bêjim; bi PDK-S re gelek caran hevdîtinên me yên fermî çê bûn, lê belê heta niha ti hevdîtineke me ya fermî bi PYD’ê re nebûye. Divê ev rastî jî were gotin; ji destpêka şoreşa Rojava û vir ve hêza gel a PYD’ê bi awayekî aktîf di nava saziyên ewlekariyê de cih girt, fedekariyên mezin kir û bi dehan şehîd da. Yên ku niha di nava Asayîşê de cih digirin, nêzîtiya wan a li vê partiyê heye. Ji bo ev nebe sedema cihêkariyê, em di nava hewldanên ciddî de ne.
Der heqê îddîayên ku dibêjin hûn xebatên siyasî asteng dikin, hûn dikarin çi bêjin?
Di vê nuqteyê de dixwazim ji bo tevahiya gelê me bi awayekî zelal bêjim; Asayîşê heta niha ti kes, ji ber xebatên xwe yên siyasî, nêrîn yan jî meyla xwe ya siyasî nekiriye binçavan. Û niha li girtîgehan ti girtiyekî siyasî nîne. Endamên PYD’ê jî hene ku ji ber sûc kirine me ew kirine binçavan, endamên El Partî jî hene. Lê belê ev kesên mijara gotinê ne ji ber ku endamên van partiyane, ji ber ku sûc kirine û ketine nava helwesteke zerarê dide gel û gelemperiyê hatine binçavkirin û radestî mercên edlî hatine kirin.
Hûn ji ewçend nîqaşkirina hêza ewlekariyê ne aciz in?
Bi zanebûn hewl tê dayîn xebatên ewlekariyê weke bingeheke siyasî bê nîşandan. Gelek endam û rêveberên partiyan hene ku qaçaxçitiya çekan, bazirganiya narkotîkê dikin. Dema em van digirin binçavan, ku di nav de endamên PYD, PDK-S û Yekitî jî hene, gelo ji ber endametiya xwe ya partiyekê divê em sûcê wan ji nedîtî ve bên? Na. Pêşniyara me li van partiyan ev e, eger hin endamên wan ji ber nêrîn û endametiya partiyê hatibin binçavkirin, emê jî destekê bidin wan û pêşî li van bigirin. Lê belê li dijî kesên tevli çalakiya bombeyî bûne û hewl dane mirovan bikuje, divê ew partî jî helwestekê nîşan bidin. Di şûna ku ew partî endamên xwe weke çalakgerên siyasî bidin naskirin de divê sûcên wan kirine şermezar bikin.
Li Rojavayê Kurdistanê çima her pêkanîneke ewlekariyê vediguhere mijareke siyasî?
Li Rojava, ji parçeyên din zêdetir partiyîtî heye. Hema her kes endamê/a partiyekê ye. Ji ber vê yekê her kesê ku sûc kiriye, pêkane endamê partiyekê bin. Em kesekî bazirganiya narkotîkê dike digirin, derdikeve holê ku bavê wî rêveberê partiyekê ye, ew bi xwe jî endam e. Gelo ku dera vî kesî çalakgerê siyasî ye. Ji ber vê yekê ji bo her kesê ku sûc kiriye em nikarin wek partiya a, partiya b cihêkariyê bikin. Li pêşberî qanûnan her kes weke hev e.
Gelo li ser we hesabên siyasî tên kirin?
Di vî warî de em zelal in. Yên ku li ser Asayîşa Rojava xwedî hesab in pêwîste di vê nuqteyê de xwe zelal bikin. Eger di girtinan de nêzîkatî û helwestek li dijî mafên mirovan hebe, ew dikare bê rexnekirin û ew kes jî wê derkevin pêşberî dadgeriyê. Naxwe, emê ewlekariya gel nekin qurbanê hesabên siyasî. Eger ji me dixwazin em Rojava bikin qadeke DAIŞ, El Nûsra û bazirganên çek û narkotîkê lê bi serbestî tevdigerin, emê destûra vê nedin. Kî çi dibêje bila bêje, emê gelê xwe her tim biparêze. Divê ev derdorên mijara gotinê êrîşên xwe yên li dijî Asayîşa Rojava ya ji bo ewlekariya gel canê xwe dide, rawestîne.
Hûn çiqasî dikarin endamên xwe kontrol bikin? Li hemberî endamên xwe yên sûc kirine hûn nêzîkatiyeke çawa nîşan didin?
Dîsa bi rêya we dixwazim vê yekê careke din bînim ziman. Hemû navendên me û girtîgehên me ji tevahiya saziyên çavdêriya mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî re vekirî ne. Em jî dizanin ji ber pirsgirêka perwerdeyê carna di pêkanînên xerab ên endamên me rû didin. Bi taybetî di pêvajoya binçavkirinê de tiştên wiha diqewimin. Lê belê ev rewşeke rêk û pêk nîne, rewşeke ji ber kesan e. Me endamên xwe yên ev sûc kirine, ceza kirin. Me wezîfeya gelek kesên di vî warî de xwedî nêzîkatiyên neyînî, bi dawî kir. Û yên ku sûcên girantir kirin me ew radestî dadgeha gel kirin û dadgeha gel jî cezayê pêwîst li wan birî. Yanî em piştgiriyê nadin endamên xwe yên helwestên neyînî nîşan dane yan jî zerar dane gel. Kê sûc kiribe, wê derkeve pêşberî dadgeriyê. Di vî warî de em bi peymana mafên mirovan a navneteweyî re dilsoz in û ji bo endamên xwe di mijara mafên mirovan de perwerde bikin, em bernameyeke taybet bi pêş dixînin.
Çima hûn destûrê nadin partiyên di bin sîwana ENSK’ê de xwepêşandanê bikin?
Em weke Asayîş, bi pêkanîna qanûnan re wezîfedar in. Em di çarçoveya qanûnên Rêveberiyên Xweser ên Rojava re tevdigerin. Di çarçoveya van qanûnan de li ti qadeke ji gelemperiyê re vekirî wê destûr ji pêkhatina meş, mîtîng an jî çalakiyên siyasî, çandî û civakî re neyê dayîn. Ev yek hem ji bo ewlekariya yên dixwazin çalakiyê bikin girîng e hem jî ji bo ewlekariya giştî ya gel. Di vî warî de jî em ne ji bo yên di bin sîwana MGRK ne jî ji bo yên ENSK’ê cihêkariyê nakin. Em niha bi êrîşê re rû bi rû ne. Ev êrîş êrîşên ji rêzê nîn in û ewlekariya gelê sivî ji bo me gelekî girîng e. Di heman demê de provokator jî hene. Dibe ku ji bo têkbirina aramiya gel vana çi ji dest bê bikin. Wekî din komên dijber hene. Wezîfeya Asayîşê ewlekarî ye. Ev ne mijareke siyasî ye. Eger hin hêz hebin bixwazin li dijî asayîşê xwepêşandanê lidar bixin emê ewlekariya wan jî bikin, ev wezîfeya me ye. Lê emê li bajarên azad ên Rojava destûrê nedin xwepêşandanên bê destûr. Ev yek hem ji bo MGRK hem jî ji bo ENKS’ê derbas dibe.
Di rojên dawî de alîgirên rejîma Sûriyeyê li Qamişlo û Hesekê xwepêşandan kirin. Gelek derdoran nerazîbûn nîşanî vê dan. Di dema van xwepêşandanan de destûr ji we tê xwestin?
Niha li Qamişlo û Hesekê li hin taxan bandora rejîmê dewam dike. Bi taybetî ji bo ewlekariya gelê Kurd a li navendên van bajaran, ev rewş dewam dike. Alîgirên rejîmê ji bo hilbijartina serokkomariya Sûriyeyê li hin taxan xwepêşandan lidar xistin. Ev deverên mijara gotinê ne di bin kontrola me de ne. Ev herêm herêmeke gelekî teng e û cihê nifûsa Ereb lê ye. Ji xwe me heta niha daxuyaniyek nedane ku li herêmê bi temamî kontrola xwe pêk anîne. Li van herêman kî dixwaze xwepêşandanê lidar bixe dikare bike. Ji ber ku em ewlekariya wir pêk nînin. Ji ber vê yekê çi El Partî çi jî PYD bixwazin li wir li dijî rejîmê xwepêşandanê lidar bixin, pêwistî bi destûrgirtina ji me nîne. Alîgirên Baasê li taxên din ên Qamişlo dikarin xwepêşandanê lidar bixin? Na. Lê belê niha herêmeke di bin kontrola wan de heye, li wir xwepêşandanê lidar dixin û çapemenî jî vê dinepixîne.