Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kobanê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku, piştî ku komên çete yên DAIŞ’ê di 3’ê Gulanê de êrîşî Girê Sêvê li başûrê Kobanê kirin, hêzên YPG’ê çalakiyek bersivdayînê ya bi bandor lidar xist. Di çalakiyê de 35 çete hatin kuştin, yek hate girtin û gelek cebilxane jî hatin desteserkirin. Li rojhilatê Kobanê jî 7 çete hatin kuştin. Di çalakiyan de 2 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.