Di pêşwaziya germ de ya, Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo wergirtina Bêşikçî ji bo doktoraya fexrî ji aliyê zankoya Selahedîn ve anî ziman.
Barzanî her wiha careke din dupat kir ku ewê hemû berhemên Bêşikçî bide çapkirin û şaxekî ji weqfa wî li Hewlêrê bide avakirin.
Bêşikçî jî ji aliyê xwe ve behsa serdana xwe ya ji bo Kurdistanê kir.
Serokwezîr hêviya tendurustiyeke baş û temenî dirêj ji bo mêvanê xwe xwest.