Serrûpel Nûçe Mele Elî Kelek jinê weke Taksiyê dibîne

Mele Elî Kelek jinê weke Taksiyê dibîne

Belav bike
Di wêneyê de, jina wî ji serî heta piyan di bin kincên reş de ye, tiştek ji bedena wê xuya nake, ji xeynî kincên reş.

Weke ku di wêneyê de diyar dibe, Elî Kelek, ku demekê di weşana televîzyonê de bi şêweyekî zindî mîza xwe jî vexwaribû, jina xwe hembêz kiriye.

Elî Kelek di komentara wêne de wiha nivîsandiye:

Kesê ku jina wî bê Hicab be, ew ew jin tenê jina wî ye, nabe para kesekî din. Kesên ku jina wî ne bi Hicab be, jina wî TAXSÎ ye, para her kesî ye.

Li ser vê gotina Mele Elî Kelek, parlamenterê Komeleya Îslamî di parlamentoya Kurdistanê de, Soran Imer got, ew gotin karesatek e, divê oldarên Kurd sînorekî ji Mele Elî Kelek re deynin û ew nexweşe, divê biçe ser doktor.

AVESTA KURD