Serrûpel Nûçe Ergoşî: Ne şerte hemû civîn di bin li mediyayê bin

Ergoşî: Ne şerte hemû civîn di bin li mediyayê bin

Belav bike

Li ser pirsa çima civîn ji medyayê dûr bû, sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Samî Ergoşî ji malpera rojnameya Hewlêr re got, Serdana birêz serokwezîr ji bo Silêmaniyê û civîna ligel birêz rêkxerê giştî yê Tevegra Gorran tiştekî normal e û ne şerte hemû civîn û hevdîtin li pêşiya mediyayê bin. Ne bi tenê serokwezîr, berpirsên Kurdistanê yên din jî dûr ji medyayê dûr li Hewlêr û Silêmaniyê civînan pêk tînin û ev jî tiştekî gelekî normal e.

Di derbarê civîna civîna ligel Mistafa, Ergoşî got, ji bona pêkanîna kabînye hikûmeta nû Nêçîrvan Barzanî di nav tevgerê de ye û wê ligel hemû aliyên peywendîdar bicive û digel hemû aliyan di nav danûstandinan de ye.

Li gor Ergoşî, Barzanî dixwaze hemû alî beşdarî û hevbeşiya rasteqîne di hikûmetê de hebe.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê heftiya çûyî serdana bajarê Silêmaniyê kir bû û dûr ji çavên mediyayî digel Newşêrwan Mistefa serokê tevgera Goranê civiya bû. Vê serdana serokwezîr bo Silêmaniyê û civîna bi Mistefa re dûr çavên kamereyên mediyayê bû mijara kenalên ragehandina başûrê Kurdistanê.

Li dor vê pirsê Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê yê  serokwezîrê Kurdistanê ji malpera Hewlêr re got:

          Serdana birêz serokwezîr bo Silêmaniyê û civîna digel birêz rêkxerê giştiyê Tvegra Goranê tiştek normal e û ne şerte hemû civîn û hevdîtin di bin çavê mediyayê de birêve biçin. Ne bi tenê serokwezîr, berpirsên Kurdistanê yên din jî dûr ji çavên mediyayê li Hewlêr û Silêmaniyê dicivin û ev tiştek nû û nenormal nîne.

Li dor naveroka civîna navbera serokwezîr û rêkxerê giştiyê tevgera Goran, Ergoşî got ku, ji bona pêkanîna kabînye hikûmeta nû Nêçîrvan Barzanî di nav tevgerê de ye û dê digel hemû aliyên peywendîdar bicive û digel hemû aliyan di nav danûstandinan de ye. Barzanî dixwaze hemû alî beşdarî û hevbeşiya rasteqîne di hikûmetê de hebe.

– See more at: http://www.rojevakurd.com/politik/16031-Ergo-Neerte-hem-civn-bin-mediyay-bin.html#sthash.pDSaMsgN.dpuf