Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî pereyên Kurdistanê dide çapkirin

Nêçîrvan Barzanî pereyên Kurdistanê dide çapkirin

Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçrvan Barzanî duh bi şandeke hikûmetê re ku ji Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Dr. Aştî Hewramî û hinek wezîr û rayedarên din pêk hatibûn, li Parlamentoya Kurdistanê amade bûn û li ser çawaniya firton û hinartina nefta Kurdistanê daxuyanî dan.

Civîna duh a hikûmet û parlamentoyê ji du beşan pêk dihat, beşek vekirî bû ya din jî girtî bû.

Derbarê beşa girtî ya civînê de parlamenterê Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer, ji Rûdawê re got, di civîna girtî de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa diraftê taybet ê Kurdistanê û çawaniya çapkirina wî dirafî kir.

Soran Omer, her wiha anî ziman ku Nêçîrvan Barzanî li ser helwesta Amerîka ya li hember hinarftina nefta Kurdistanê jî gotiye, Amerîka ji helwesta ku niha nîşan daye wêdetir naçe.

Wî parlamenterê Kurdistanê, ku di heman demê de serokê lêjneya mafên mirov e jî, da zanîn, Herêma Kurdistanê 500 milyon dolar ji Tirkiyê deyin standiye û pê wî pereyî mûçeyên karmendan daye her wiha hinek bankên navdewletî jî amadebûna xwe nîşan dane ku pere deyin bidin Kurdistanê. Rûdaw