Serrûpel Nûçe DAIŞ dest danî ser Musil

DAIŞ dest danî ser Musil

Belav bike
Eskerên Îraqê jî ji Musilê reviyan û gelek ji wan reviyane Hewlêrê. eskerên Îraqê, çekên xwe bi cih hîştin, gelek helîkopter jî ketine destê DAIŞ. Welatiyên ku ji Musilê direvin, ne tenê Ereb in, di nava Kurd jî hene. Bi hezaran ji wan ji duh ve li bendê ne ku derbasî Duhokê bibin. Li aliyê din Şengal pêşwaziya koçberên Musilê dike û xelkê Şengalê ji niha ve xwe amade kirine ku xwe ji êrîşên DAIŞ biparêzin.

Li aliyê din PDK û YNK jî bargehên partiyên xwe vala kirin.

Pêşmerge xwe amade kiriye  derbasî Musil bibe, lê belê serokwezîrê Iraqê heta niha jî rê nade ku pêşmerge mudaxele bikin.