Serdana Aldar Xelîl 3 rojan dirêj kiriye. Di serdanê de Xelîl û şanda ligel wî, ji hikûmeta Îraqê daxwaz kirine ku dergehê Til Koçer – Yerûbiye bi temamî were vekirin û hikûmeta Îraqê alîkariya wan di vekirin û birêvebirina derî de bike.
Jêdereke nêzîkî PYD ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku got, di nava wê şanda Aldar Xelîl, Kurd, Ereb û Suryanî jî hebûn.