Serrûpel Nûçe 2 ALÎ: PKK û Tirkiyê ji hev çi dixwazin?

2 ALÎ: PKK û Tirkiyê ji hev çi dixwazin?

Belav bike

– Gundên ku hatine şewitandin, valakirin, sirgûn û koça xelkê ber bi Îstanbul, Adana û Îzmirê ve, em qet behsa wan nekin.

– Pêvajoya çareserî û aştiyê dest pê kir. Hikûmeta AKP, pakêt vekirin û hinekî bêhna xelkê fereh bû, weke ku bêjin, em çûn ji şer xelas bûn, û wê êdî xwîn neyê rijandin.

– AKP li aliyekî bi serokê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk tîne, lê li aliyê din jî, wê partiyê weke terorîst dibîne û dibêje wê şerê wan li dijî terorîstan berdewam be

– PKK û KCK jî her demê hikûmeta AKP bi êrîşên nû tehdîd dikin.

– Baş e, madem pêvajo di rojevê de ye û çavên her kes li benda çareseriyeke aştiyane ye, PKK çima heta niha jî ciwanan derdixîne çiyan û wan çekdar dike û her demê devê sîlehan nîşanî dewleta Tirk dide.

– Dewlet jî, madem di pêvajoya aştiyê de durust e, madem dixwaze pirsa Kurd çareser bike, wê demê, AKP, çima heta niha qereqolan li herêmên Kurdî ava dike?

Mêvnên Programê, her du siyasetvan û nivîskar:

Dara Bilek, Hisên Omer