Serrûpel Nûçe Barzanî û Shimozawa rewşa koçberan gotûbêj kirin

Barzanî û Shimozawa rewşa koçberan gotûbêj kirin

Belav bike


Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro (11.06.2014) li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Komîsera nû ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Shoko Shimozawa kir. Di hevdîtinekê de rewşa koçberan bi giştî û taybetî koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Bi minasebeta destbikarbûna wê wek Komîsera nû ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Penaberan, Barzanî pîrozbahî li Shimozawa kir û hêviya serkeftinê jêre xwest. Komîsera UNHCR, li hember hewandin, alîkarîkirin û peydakirina pêdiviyan bo koçberan, spasiya hikûmeta Kurdistanê û aliyên peywendîdar kir û got: Di warê wergiritn û hewandina penaberan de hikûmeta Kurdistanê roleke mezin dît. Pêdiviya koçberan bi alîkarî û hevkariya zêdetir a Neteweyên Yekbûyî girtî û civaka navdewletî heye, ji ber ku tê pêşbînî kirin ji ber rewşa aloz a Suriyê bo demek dirêj ew koçber li Herêma Kurdistanê bimînin.”
Nêçîrvan Barzanî jî bibîr xist ku hikûmeta Îraqê wek pêwîst alîkariya koçberan nake û wiha axifî: ‘‘Hikûmeta Îraqê bi awayekî wiha tevdigere wek ku ev koçber ne li İraqê bin.” Ji ber vê yekê jî Barzanî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku, hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî teşwîq bike daku zêdetir alîkariyê pêşkeşî koçberan bikin.
Di beşeke din a civînê de rewşa penaberên navxwe yên ku ji ber rewşa aloz a ewlekariyê ji deverên din yên Îraqê, bi tyabetî ji parêzgeha Enbarê a rojavayê Îraqê, parêzgeha Mûsilê û hinek deverên din hatine Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Di demekê de ku bi hezaran hevwelatiyên Mûsilê koçberî Kurdistanê bûne, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Komîsera nû UNHCR’ê Shoko Shimozawa rewşa koçberan gotûbêj kirin. (Basnews)