Serrûpel Nûçe Ev çend rojin hêzeke Îranê li Kurdistanê ye

Ev çend rojin hêzeke Îranê li Kurdistanê ye

Belav bike

Ev çend rojin hêzeke mezin a artêşa Iraqê li nêzîkê bajarokê Xaneqîn bicih bûye û ew hêz di amadebaşiyê de ye, bo rûbirûbûna her rewşekê. Çavkankaniya ku nexwest nave wê bê aşkere kirin got: “Ew hêz bi rêya sînorê Neftxanê ve hatine.”

Heman çavkanî wiha axifî: “Ew hêz li ser bazgeha Kubra ya sînorê Neftxane bicih bûne û bi çekên cor bi cor yên sivik û navendî hatine, lê hejmara wan hêzan nediyar e.” Li gor texmîna wê çavkaniyê, hejmara wê hêzê zêdeyî 500 leşker e.

Hêjayê gotinê ye ku bajarokê Celewle take navçe ye ji navçeyên Kurdisatanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku bitemamî ne di bin kontrola Hêzên Pêmerge de ye.

Berpirsê Ssayişa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarokê Celewla, Piştîwan Sedîq ji BasNewsê re got: “Heta niha rewşa ewlekariyê li bajarokê Celewla bitemamî nehatiye kontrol kirin û car car dengê gule û teqeyan li taxa Tecnîd tê bihîstin, ew tax jî Erebnişîn e.’‘

Hevdem duh, televîzyona CNN belavkir ku 3 yekîneyên Pasdarên Îranê niha li Iraqê ne û ew li bajarên Iraqê hatine belavkirin, lê aşkere nekir bê ew pasdar li çi cihî hatine belav kirin. Hevdem Kongressa Amerîka jî ragihand ku ew nikarin vê yekê piştrast bikin, lê red jî nakin. BAS