Serrûpel Nûçe Hikûmeta Kurdistanê ligel fermandeya eskerî civiya

Hikûmeta Kurdistanê ligel fermandeya eskerî civiya

Belav bike

Îro li bajarê Hewlêrê, li ser şîrketên Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Alîkarê Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hinek rayedarên siyasî û serbazî li ser rewşa Iraqê civiyan.

Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin û hat ragihandin ku di civînê de bi hûrî behsa rewşa vê dawiyê ya Iraqê û vekişîna hêzên Iraqê ji hinek parêzgehên Iraqê û çêbûna valahiya ewlehî û dagirtina wê valahiyê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye kirin û wiha hat gotin: “Ev jî ji ber wê yekê ye ku Pêşmerge xwe li hember parastina aramî, mal û canê xelkê wan deveran ji kurdan bigire heta ereb, turkman, mesîhî, şîe û sunnî, dibîne û dilsoziya xwe li hember vê rewşê nîşan dide…”

Di daxuyaniya civîna Fermandehiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Serokwezîriya Kurdistanê de hat ragihandin ku rewşa niha ya Iraqê nîşan da ku tenê bi cîbicîkirina destûrê û bingehên lihevhatinê welat tê birêvebirin û hemû pêkhateyên Iraqê di birêvebirina welêt de beşdar bibin û wiha hat ziman: “Jixwe rayedarên kurd gellek caran hişyariya vê rewşê dabûn lê mixabin ev yek ji aliyê hinek kesan nedihat dîtin.”

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha li ser vê yekê hat tekezkirin ku hêzên Pêşmerge her dem “di pozîsyona parastinê” de bûye û bi ti awayekî neketiye pozîsyona êrişkirinê û naxwaze ti aloziyek li çeperên pêşiyê yên pêşmerge de çêbibe.

Di civînê de hat gotin ku rewşa niha ya Iraqê tenê bi çareseriyeke rast a siyasî mumkin e ji ber ku tenê bi şêwazên leşkerî nayê çareserkirin û wiha hat xuyakirin: “Ji ber wê jî em dîsa dibêjin, eger di navbera kurd, şîe û sunnî û pêkhateyên din de lihevhatin çêbibe wê demê rewşa Iraqê dê aram bibe.”

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di civînê de hatiye gotin kurd bixwe mexdûrê terorê û reşekujiyê bûye lewma hemû berpirstiyên xwe yên navdewletî dizane ji bona çêbûna aramî û rola xwe ya di dabînkirina ewlehiya cîhanî de.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha biryar hat dayîn, jûreke operasyonên leşkerî û ewlehiî li Herêma Kurdistanê were avakirin her wiha hinek jûrên demkî jî li deverên din bên avakirin û hemû jî bi hev re hemaheng kar bikin.

Yek ji biryarên civînê jî ew bû ku tenê Berdevkê Fermandehiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer mafê wî heye li ser bûyer û xebatên leşkerî yên hêzên Pêşmerge daxuyanî bide.

Di civînê de tekez li ser alîkarîkirin û hewandina xelkê bajarê Mûsil û bajarên din ên ku ji ber êrişa çekdarên DAIŞê berê xwe dane Herêma Kurdistanê hat kirin û ji saziyên navdewletî hat xwestin, bi hevbeşiya Herêma Kurdistanê alîkariyên mirovî bidin wan penaberan.Rûdaw